Li Bismilê komxebata li dijî tundiyê hat lidarxistin 2023-11-22 15:15:17     AMED - Komeleya Jinan a Rosayê û TJA 'yê li Bismilê li dijî tundiyê komxebat lidarxistin. Di komxebatê de bal hat kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek wiha got: ”Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em xweparastinê xurt bikin”   Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re, li avahiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Bismilê a Navçeya Amedê de bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê li dijî tundiyê komxebat hat lidarxistin. Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Partiya Demokratîk a Gela (HDP) tevli komxebatê bûn. Di komxebatê de pankartên “Hebûna jinê, hebûna jiyanê ye” û “Jin jiyan azadî” hat daliqandin.   Parezera Komeleya Rosayê Elîf Tirenç Ipek di komxebatê de li ser serenavên "li dijî tundiyê mafên jinan ên fermî", "mekanîzmayên ku serî li wan bê dayîn", "politikayên şerên taybet" û "xweparastinê" sekinî.   Komxebat bi pirsên beşdarvanan bi dawî bû.