Di doza îşkenceya bi kûçik de dozger mutala guhert 2023-11-22 14:54:02     AMED - Di doza têkildarî serdegirtina mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz û êşkenceya bi kûçik de, dozger xwest polîsê êşkencekar beraat bike.   Di 31’ê gulana 2020’an de polîsê bi navê Atakan Arslan li Amedê ji hêla Emîn Cura ve hatibû kuştin. Ji bo girtina Cura, bi ser malan de hatibû girtin. Di encama serdegirtina mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz de ku hevjîn in, polîsê bi navê Serdar Gok bi kûçikan êşkence li Yilmazan kir. Piştî giliyê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, derheqê polîs Gok de doz hatibû vekirin. Gok, ji sûcên “Peywira cemaweriyê xerab bi kar aniye û bi zanebûn birîndar kiriye” û “Bûye sedema birîndariya ku bi midaxileyeka tibî ya biçûk nayê dermankirin” dihat darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin.   Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li danişînê nebûn lê parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ê bi navê Selameddîn Varol amade bû.   Di danişînê de parêzer Selameddîn li dijî rapora ji hêla Fermandariya Navenda Perwerdekirina Hesp û Kûçikan a Cendirmeyan a Nevşehîrê ku îdia dikir “di bûyerê de qisûra polîs Serdar tune ye” parastin kir.   Selameddîn, diyar kir ku rapora behsa xeberê bêyî ku derheqê bûyerê de agahiyên şênber hebin, di çarçoveya îfadeyên aliyan de hatiye amadekirin. Selameddîn, bi domdarî destnîşan kir ku di raporê de agahiyeke ku wan qaneh bike tune ye û da zanîn ku îdiaya ji bo bersûc Gok a “qisûr tune ye” binakok e.   Dozger, beriya niha ji bo bersûc Serdar ceza dixwest lê piştî raporê mutalaaya xwe guherand. Dozger, rapora behsa xeberê weke hincet nîşan da û bi îdiaya ku di bûyerê de qesda bersûc tune ye daxwaza beraata wî kir.   Parêzer Selameddîn li dijî mutalaayê parastina xwe kir û bi bîr xist ku tevî tu eleqeya miwekîlên wî tune bûn jî bi ser mala wan de hatiye girtin û bi kûçikan êriş li dijî wan hatiye kirin. Her wiha Varol diyar kir ku bersûc Serdar, ne tenê li dijî miwekîlên wî, di heman demê de bi kûçikan êrişî Rojbîn Sevîl Çetîn jî kiriye û bûye sedema birîndarbûna wê. Varol, got ku dema van her du bûyeran didin berhev, xuya dibe ku meyla bersûc a ji bo sûc heye.   Selameddîn, xwest ku dosyaya bersûc Serdar a li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê ji bo lêkolînkirinê were xwestin. Varol, ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest.   Dadger, daxwaza ji bo lêkolînkirina dosyaya li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê red kir, daxwaza demê ya ji bo parastinê qebûl kir û danişîn taloqî 18’ê kanûnê kir.