Sebahat Tuncel: Sedema cihnegirtina li gel hev ji pirsgirêka Kurd diqewime 2023-11-22 09:05:41     Dîlan Babat   ENQERE - Sebahat Tuncel diyar kir ku jinên Kurd di pêvajoya sed salî de du alî hatine binpêkirin û vê jî têkoşîn ferz kiriye. Sebahatê qelsiya têkiliyê têkoşîna jinê jî wiha nirxand: “Ji ber jin li dijî tundî, newekhevî û zayendperestiyê ligel hev cih nagirin qelsî çêdibin.  Ev jî nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd nîşan dide."   Sebahat Tuncel ku her tim têkoşîna wekheviyê da, bi tundiya dewlet mêr re hat rû hev. Sebahat ji ber têkoşîna da her tim hat girtin û niha ji doza Kobanê yek ji kesên bi cezayê muebeta giran tê darizandinê ye. Sebahatê tevî hemû zextan dest ji têkoşîna xwe berneda û li kolanan, girtîgehan û dadgehan tundiya mêr dewletê teşhîr kir.   Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye der barê  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de ji ajansa me re axivî.   ‘Bi dîrokê re rûhevhatin tunebe destpêkek nû jî nabe’   Sebahatê daxuyakirin ku dîroka 100 salî ya komara Tirkiyeyê bi komkujî, înkar û asîmîlasyonê derbas bûye û got: “Di destûra bingehîn a 1921’ê de ku derfetên xweîfadekirina bawerî û gelan hebû, bi destûra bingehîn a 1924’an ev  ji holê rabûye û têgehên demokratîk ji komarê hatiye rakirin û li şûnê karekterê faşîst û mîlîtarîst derketiye holê. Daxwazên gelê Kurd bi zextê hatine çewisandin. Komara Tirkiyeyê xwe li ser tundiyê heyî kiriye. Tirkiye niha ket sedsala duyemîn û heta ku bi dîroka xwe re neyê rûhev ne pêkan e destpêkek nû bike. AKP-MHP  niha dîsa dixawze bi destûreke bingehîn a ku hemû baweriyan tune dike bikeve sedsalê. Dijminahiya li hember Kurdan digire navenda xwe û vê dike.”   ‘Rola jinan gelek mezin bû’   Sebahatê diyar kir ku desthilatdarî hewl dide di vê sedsalê de jî jinan bike kole û divê her kesên li alî komara demokratîk vê rastiyê li ber çavan bigire û ji bo mafê nasnameyan bikeve bin ewlehiyê eniya demokratîk ava bike. Sebahatê wiha dirêjî dayê: “Ev têkoşînek demdirêj dixwaze. Tenê bi hilbijartin û parlamentoyê nabe. Em ji tecrubeyan dizanin. Em jinên Kurd têkoşîna azadiyê ferz dibînin. Piştî 1924’an şûnde jin gelek ji pevajoyê bi bandor bûne. Lê jin di têkoşîna li dijî asîmîlasyonê de rolek girîng lîstine.”   Di darbeya 12’ê îlonê de rola jinê   Sebahatê destnîşan kir ku piştî darbeya 12’ê îlonê ya 1980’ê şûnde li Tirkiyeyê atmosfera siyasî bandorek mezin li ser Kurdan kiriye û wiha dirêjî dayê: “Li Girtîgeha Amedê hovîtiyek mezin hat jiyîn. Wê demê Leyla Zana hat hilbijartin û ket parlamentoyê. Di salên 90’î de kuştinên kiryarnediyar, şewitandina gundan, koçberkirin, di bin çavan de windakirin hatin jiyîn. Li Kurdistanê di pêvajoyek ku OHAL hat îlankirin de  jin, ciwan û gelê Kurd ketin pêvajoyek polîtîk. Jin li aliyekî tevli têkoşîna çekdarî bû. Li aliyê din jî di partiyên siyasî, komele û saziyan de xwe bi rêxistin kir.”   Tevlibûna jinan a partiyên siyasî   Sebatê da zanîn ku di salên 90’î de tevgera siyaseta Kurd xurt bûye û wiha anî ziman: “Wê demê koçberkirin jî zêde bûn. Gelê kurd li dijî zextan partiya siyasî ava kirin. Di pêvajoya ewil de jin di rêveberiyan de cih negirin jî bi HEP û DEP’ê re jinan di rêveberiyên herêmî de cih girtin. Bi HADEP’ê re jin çalak tevli bûn. Ji sedî 25 kota jinê pêk hat û jin tevli siyasetê bûn. Di 28’ê Adara 2022’yan de hevşaredarên jin bûn 40. Bi HDP û DBP’ê nûneriya wekhev esas hatiye girtin.”   DOHK-KJA,TJA…   Sebahatê nirxandina xwe wiha domand: “Jinan qada xebata xwe berfireh kirin û DOKH di 2003’yan de li Stenbolê hat îlankirin. Di 2015’an de DOHK’ê xwe fesh kir û di bin sîwana KJA’yê de têkoşîn axwe meşandine. KJA bi KHK’ê hat girtin û piştre bi TJA’yê têkoşîn hat dewamkirin. Di salên 90’î de tevgera siyasî ya Kurd xurt bû û di vir de piştgiriya gel û jinên Kurd mezin bû. Li ser vê bi destê dewletê dijminahiya li hember Kurdan giran bûye. Di salên 2000’î de jî bi tevgera jinan a Tirkiyeyê re li dijî şer çalaki pêk bên jî di hatina gel hev de pirsgirêk hebûn û sedema vê jî nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd bû.”   Divê meclîsê jinan çalak bin   Sebahatê bang kir ku divê siyasetmedar û femînîstên li Tirkiyeyê pêşî li vê bigirin û wiha domand: “Ev nêzîkatî bidome wê neçareserî û polîtîkayên şer bidome. Riya vê pêşketina tevgereke aştiyê ya xurt ku jin jê re pêşengiyê dike ye. Ji bo vê divê hewldana jinan a ji bo aştiyê jî meclîsê azadiyê ya jinan jî çalak bin. Di vê sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de divê ji bo aştî û çareseriyê muzakere û diyalog pêk bên û ji bo vê jî dawî li tecrîda birêz Abdullah Ocalan bê anîn. Dîtina vê rastiyê li gorî min gelek girîng e.”   Tecrîd parçeyeke polîtîkaya şer e   Sebahatê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer û tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Tecrîd parçeyek polîtîka şer e. Jinên Kurd vê rastiyê dibînin û ji tecrîdê re dibêjin na. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riya muzakere û diyalogê jî têdikoşin. Divê tevgerên jinan yên Tirkiyeyê û femînîst, vê têkoşîna jinên Kurd watedar bibîne û bi jinên Kurd re di piştevaniyê de bin. Ji bo avakirina aştiyê ev gelek girîng e. Polîtîkayên şerê taybet ne pêkan e bên qebûlkirin. Ji ber vê jî divê ciwan û jin li dijî polîtîkayên dewletê xwe bi rêxistin bikin.”