ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN 2023-11-22 09:00:00     *Sebahat Tuncel diyar kir ku jinên Kurd di pêvajoya sed salî de du alî hatine binpêkirin û vê jî têkoşîn ferz kiriye. Sebahatê qelsiya têkiliyê têkoşîna jinê jî wiha nirxand: “Ji ber jin li dijî tundî, newekhevî û zayendperestiyê ligel hev cih nagirin qelsî çêdibin.  Ev jî nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd nîşan dide."   *Zeyno Bayramoglu ji ber şîdeta dewleta-mêr her du linge wê  şikestin û 8 sal e derman dibe. Zeyno diyar kir ku li dijî mexduriyeta 8 sale dijî yek kesî hesab nedaye û got bi polîtîka bêcezahiştinê ya darazê re hatiye rû hev û got: “Yek merciyeke ku ez gilî lê bikim tune ye.” DÎMEN HEYE   *Sevgî Telcî Ercan ya salekê ji ber pençeşêra memikan hat dermankirin wê pêvajoyê jî di 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de kolan terk nekir. Sevgî pençeşêrê bi têkoşîn û piştevaniya jinan têk dibe. Sevgî wiha dibêje: “Nexweşî nayê wateya mirov navber bidin têkoşînê. Niha em diçin 25’ê Mijdarê û tevî hemû zor û zehmetiyan.” BI DÎMEN    *Ji xwendekarên ku li MED-DER'ê hînî kurdî bûne Luzia Michael-L'Amico ku Îtalî ye lê li Swîsreyê dijî, diyar kir ku li herêma ew lê dijî 4 zimanên fermî hene û got, "Çima kurdî ji bo dewleta Tirk pirsgirêk e?” DÎMEN HEYE   *Endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Rûken Ehmed ku yek ji kesên îmze avêt Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Kuştinên Jinan û Dagirkirinê ya Ji bo Aştî û Ewlehiyê, diyar kir ku hêzên serdest dixwazin nexşerêya Rojhilata Navîn biguherin û got: “Rola jinênKurd, jinên Ereb, jinên Rojhilata Navîn a di şoreşan de hat dîtin. Navnîşana hemû pirgirêkan Îmralî ye. Birêz Abdullah Ocalan e." DÎMEN HEYE