Li Zanîngeha Rojava semînera 25’ê Mijdarê 2023-11-21 15:56:59       NAVENDA NÛÇEYAN - Di semînera ku têkildarî têkoşîna dijî tundiyê hat dayîn de, li ser girîngiya rêxistinkirina zîhniyeta azadîxwaz û têkoşîna dijî baviksalariyê hat rawestîn.   Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Liser Jinê ya Navnetewî ku ji aliyê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve tên organîzekirin, didomin.    Di çarçoveya bernameyê de îro li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, bi navê “Ji qirkirin û dagirkeriyê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin” semînerek hat dayîn. Semînera bi pêşengiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Meclisa Jin a zanîngeha Rojava hatibû amadekirin, ji aliyê endamên Meclîsa Jin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Jiyan Hisên aû Stêr Qasim ve hat dayîn.    Di semînera ku bi dehan xwendekar, mamoste, rêveberên sazî û rêxistinên civakî tevlî bûn de, Jiyan Hisên tundî û sedemên tundiyê, herîkîwê ya dîrokî vegotin. Jiyan Hisên bi bîr xist ku di civaka xwezayî de bi pêşengiya jinê aramî, wekhevî û aştî hebû, lê bi hişmendiya zilamê desthilatdar re tundî pêş ketiye û herî zêde jinê bandorek neyînî  dîtiye. Jiyanê destnîşan kir tundiya ku heta roja îroyîn hatiye, bi rêbazên fizîkî, aborî, derûnî û hwd. berdewam dike.   Jiyan Hisên da zanîn ku felsefeya Abdullah Ocalan rêya tekane ya azadî û çareseriyê ye, lewma girîngî heye ku ev zîhniyeta li ser bingehê azadiya jinê were jiyanîkirin.   Stêr Qasim jî balkişand ser siyasetên ku dewlet-netew li dijî jinan, dimeşînin mînakên ji cîhan û Kurdistanê dan. Stêr Qasim da zanîn ku Şoreşa Rojava li dijî tundiyê bersivek girîng e, gavên mezin hatine avêtin, lê hîn pêwîstî heye ku jin xwe perwerde û bi rêxistin bikin.   Beşdarên semînerê jî, nerînên xwe anîn ziman û bal kişandin ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan karîbûye pêşengiya şoreşa Rojava avakirina pergalê bikin. Beşdaran diyar kirin ku îradebûna jinê dagirker, bi taybetî jî dewleta tirk xistiye nava xofekê, lewma jinên pêşeng dikin hedef, lê jin li hemberî zîhniyeta zayendîperest û baviksalariyê têkoşîna xwe mezin dikin.   Semîner bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.