Li Reqayê şahiya Roja Zarokan 2023-11-21 14:10:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê li Reqayê şahiyek hate lidarxistin. Beşdarên şahiyê got “siberoj di destê zarokan de ye, dema wan baş mezin bikin dê civakeke durist ava bibe”.   Nivîsgeha Zarokan a Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Baxçeyê Zarokan ê Fereh şahiyek li Navenda Çandê ya bajêr li dar xist.   Di şahiyê de zarokên bajêr, malbatên wan, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl, endamên nivîsgehê, saziyên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.   Endama rêveberiya Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê Wîsam El Derwîş ev roj li zarokan pîroz kir û hêvî kir û got: “Siberoja me di destê zarokên me de ye. Dema em wan baş mezin bikin, em ê civakeke durist bi dest bixin.”   Dûre zarokên Baxçeyê Fereh a Nivîsgeha Zarokan a Meclisa Sivîl a Reqayê şano, stran û helbest pêşkêş kirin.   Di dawiya şahiyê de wêneyên şehîdên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tundiya li ser zarok û gelê Filistînê hatin pêşandan.