Mêrên herêma Firatê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan 2023-11-21 14:09:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên herêma Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan.   Li Herêma Firatê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, bi dirûşma 'Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî' mêr meşiyan.   Mêr ên herêma Firatê li qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Jin a Azad meşiyan.   Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û ev tişt anî ziman, “Divê êdî em li dijî hişmendiya serdest a dîrokî derkevin. Di 1960’an de piştî qetilkirina hersê xwişkên Mîrabel a ji aliyê dîktatoriya Trujîllo, 25’ê Mijdarê bû roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ya cîhanê. Îro bi hezaran jin têkoşîna wan didomînin."    Piştre jî koma Hîlala Zêrîn, Koma Şano a Şehîd Yekta çalakiyek çandî bi wesîleya rojê pêk anî.    Meş bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.