Ugur Kaymaz hat bibîranîn: Wê 12 salî bimîne 2023-11-21 13:23:37     MÊRDÎN - Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş a di çalakiya bibîranîna Ugur Kaymaz ê 12 salî hat qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz de wiha got:"Ugur heger îro bijiya wê 31 salî ba. Lê belê wê Ugur her tim 12 salî bimîne."   Di 21'ê Mijdara 2004'an de Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz li Qosera Mêrdînê hatin qetilkirin. Li Ataxa Ataturkê Ugur û bavê xwe hatin bibîranîn. Aktivîstên, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û parlamenterên HEDEP'ê yên Mêrdînê û gelek kes tevlî çalakiya bibîranînê bûn. Girseya wêneyên Ugur Kaymaz hildigirt dirûşma "Şehîd namirin" berz kir.    Kevirê gora wî dîsa hat tamîrkirin   Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Aysel Avay diyar kir kevirê gora Ugur Kaymaz dîsa hat tamîrkirin û wê têkoşîna xwe bidomînin.    'Em ê ji bo zarokan û mafê kurdan têkoşîna xwe bidomînin'   Piştre parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş da zanîn Ugur heger îro bijiya wê 31 salî ba û got:"Lê belê wê Ugur her tim 12 salî bimîne. Dewlet ji bo sûcê xwe veşêre Ugur wekî 'terorist' îlan kir û çekek ji bedena wî mezintir danîn kêleka wî. Em baş dizanin ku kujer hatin parastin. Qeyûm peykerê Ugur xera kir û navê wî ji parkê bir. Mafê wî yê jiyanê hat binpêkirin. Zarokên kurdan nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û bi wesayitên zirxî tên qetilkirin. Em ê ji bo zarokan û mafê kurdan têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din Ugur û Ahmet bi bîr tînin. Ew ê bibin hinceta têkoşîna me."   Hevserokê HEDEP'ê yê Mêrdînê Alaaddin Turan jî got mînak qetilkirina Ugur Kaymaz li cîhanê tune ye.    Parlamenterê HEDEP'ê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan jî da zanîn Ugur Kaymaz ji bo dewletê îmtihanek e.    Piştî axaftinan kesên tevlî çalakiyê bûn qurnefîl danîn ser gora Ugur û dua kirin.    Çalakiya bibîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.