Peyama girtiyan a 25'ê Mijdarê: Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' werin gel hev 2023-11-21 09:08:03     ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê di peyama xwe ya 25'ê Mijdarê de diyar kirin ku girtîgeh mekanîzmayên şîdetê ne û li girtîgehan tecrîd her diçe zêde dibe. Her wiha jinan dan zanîn ferqa rewşa kesên li derve jî ji yên di hundur de nemane û gotin:"Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' werin gel hev."   Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê di peyama xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de peyama xwe ragihandin. Jinan di peyaman xwe de bal kişandin ser tundiya li ser jinan a ku her diçe zêde dibe û gotin divê têkoşîn mezintir bibe.    Banga yekîtiya li dijî tundiyê   Jinên girtî dan zanîn tundiya li ser jinan jinan dike kole û li dijî vêya jî divê jin serhildana xwe mezin bikin. Jinan diyar kirin ku li girtîgehê jî tundî, tecrîd, zexta derûnî kûr bûye. Jinan diyar kirin ku ew bi piştevaniyê li dijî vê tundiyê disekinin û gotin girtîgeh mekanîzmayên şîdetê ne û li girtîgehan tecrîd her diçe zêde dibe. Her wiha jinan dan zanîn ferqa rewşa kesên li derve jî ji yên di hundur de nemane û gotin:"Bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' werin gel hev."