Ji Komeleya Çand û Hunerê Çalakiya 25’ê Mijdarê 2023-11-20 21:54:19   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Lîstika Siyê da pêşandan.   Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li avahiya xwe ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê "Lîstika Siyê" da pêşandan. Lîstik ji aliyê Qoseriyan ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin.   Di serî de tundiya mêr a li ser jinê, têkoşîna jinên cîhanê û ya jinên Kurd, li dijî vê tundiyê, polîtîkayên tecrîdê yên ku li Îmraliyê dest pê kirin û li hemû girtîgehan û civakê belav bûn, tundiya dewletê gelek mijar hatin destgirtin.   Her wiha li ser wate û girîngiya rojê slaytek li ser Jîna Mahsa Emînî ji temaşevanan re hate pêşandan.   'Jin li her derê cîhanê li ber xwe didin'   Di dawiya şanoyê de li ser navê lîstikvanan Sema Ozel Asî axivî û spasiyên xwe pêşkêşî hemû temaşevanan kir û got, “Me xwest bi wesîleya 25’ê Mijdarê di lîstikên xwe de tundiya li ser jinê bînin ziman.. Li hemû cîhanê jin li ber xwe didin û têdikoşin. Li dijî tundiya mêr û dewletê jin hewl din jiyaneke nû biafirînin. Me xwest em vê tundiyê û têkoşîna jinan a li dijî vê tundiyê di lîstikên xwe de nîşan bidin.   Şano bi çepikan bi dawî bû.