‘Dê li qadan ji bo gel û rêberê xwe dengê xwe bilind bikin' 2023-11-20 15:39:37     ŞIRNEX - TJA, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Qilebanê hevdîtina jinan pêk anî û banga telîbûna çalakiyan li jinan hat kirin. Di hevdîtinê de şaredar Berîvan Kutlu axivî û got: "Dê di 25'ê Mijdarê de ji bo jinan, ji bo gelê xwe û ji bo rêberê xwe li qadan dengê xwe bilind bikin."    Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Qilebana Şirnexê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hevdîtina jinan pêk anî. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    Di hevdîtinê de Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Berîvan Kutlu axivî û bal kişand ser dîrok û wateya 25'ê Mijdarê. Berîvan, daxuyand ku li dijî şîdeta li hemberî jinan gelek jin jiyana xwe ji dest dan û got: "Heke îro em li vir tên em hev ev tişt bi saya têkoşîna wan jinan pêk hat. Jinên ku hatine vê astê bi saya jinên berxwedêr û serokê me birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye. Ji ber ku rêberê me di bin tecrîdê de ye em nikarin jê agahî bigirin. Hewl didin ku me ji rêbertiyê dûr bixin. Çareserî bi rêberê me pêkan e. Em ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî têbikoşîn. Em ê di 25'ê Mijdarê de ji bo jinan, ji bo gelê xwe û ji bo rêberê xwe dengê xwe bilind bikin."    'Dixwazin me bi şerê taybet ji çanda me dûr bixin'   Bêrîvanê diyar kir ku tecrîd, şerê taybet û hewldanên tinekirina jinan bi hev ve girêdayî ne û got, “Şerê taybet bi vî rengî didin meşandin ku em ji çanda me dûr xistine. Hewl didin jinê ji azadiyê dûr bixin, lê jin ji dîrokê ve xwedî hêz e, nikarin wê ji azadiyê dûr bixin. Jin mamosteya civakê ye. Jinên Kurd bi destê çawîşên pispor tên qetilkirin. Bedenên jinan tên teşîrkirin. Divê em ji rastiya xwe dûr nekevin."   'Erdogan bi polîtîkayên cuda jinan qetil dike'   Bêrîvanê, anî ziman ku piştî qetilkirina Xuşkên Mîrabal jî tundiya li ser jinê berdewam dike û wiha got: “Tundî ne tenê fizîkî ye, tundiya devkî, aborî û derûnî ye jî. Tundiya herî mezin a ku Erdogan îro kiriye ev e. Bi sedan jin ji aliyê polîsan ve tên qetilkirin lê dema em bertek nîşan didin rastî lêdanê tên lê dema jin tên qetilkirin deng dernakeve. Erdogan bi polîtîkayên cuda jinan qetil dike. Dijminê me polîtîkayên tinekirina jinên Kurd e. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo bidawîkirina vê tundiyê divê jin bibin pêşengê têkoşînê.”   Bêrîvanê herî dawî bang li jinan kir ku tevlî çalakiya 25'ê Mijdarê ya li Şirnexê bibin.