Li Kobanê Roja Zarokan a Cîhanê 2023-11-20 14:16:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Parastina Zarokan ya Desteya Jinê ya herêma Firatê şahiyek bi wesîleya Roja Zarokan a Cîhanê birêxistin kir û gelek çalakiyên hûnerî pêşkêş kirin.   Parastina Zarokan ya Desteya Jinê ya herêma Firatê di bin diruşma “Bi hev re em bi mafê zarokan rabin ji bo avakirina pêşerojeke ronî”, şahiyek li Kobanê birêxistin kir. Di şahiyê de bi dehan zarok û malbatên wan, her wiha zarokên danîngeh û baxçeyan, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û malbatên şehîdan amade bûn.   ‘Divê komeleya parastina mafê zarokan bi erka xwe rabe’   Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre cîgira Desteya Jinê Rûken Ehmed  axivî û wiha got: “Em vê rojê li tevahî zarokên cîhanê û bi taybet zarokên şehîdên xwe pîroz dikin. Weke tê zanîn, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi salane rû bi rû yê êrîş û bombebarana dewleta Tirk tên. Di tevahî êrîşan de zarokên me bandor bûn, hîn zarokên ku tên nasîn jî weke Mihemed yê ji Serêkaniyê ku bi bi çeka fosforê ji aliyê dewleta Tirk ve hat bikaranîn şewitî, zarokê li gundê Qeremox yê Kobanê ku lingê wê jêbû, her wiha bi sedan zarokên din hene ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ji mafên xwe yên herî rewa bê par dimînin. Ji ber vê em di vê rojê de bang li Komeleyên Parastina Mafê Zarokan yên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û li dijî qirkirina zarokan bibin bersiv.”   Paşê koma mûzikê ya peymangeha Vejîn, koma govendê ya danîngeh û baxçeyê Kûlîlkên pêşerojê, Şehid Rîmas, Şehîd Zozan, her wiha koma şano ya navenda Şehîd Baqî Xido û ya danîngeh û baxçeyê Roj mûzik, govend û şanoyên xwe pêşkêş kirin.   Di dawiya şahiyê de zarokan tabloyek bi destên xwe ku xistin nava boyaxên rengîn, çêkirin.   ‘Dewleta Tirk zarokên me qir dike’   Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Cîhan Derwîş, têkildarî rewşa zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “Ev roj ji bo zarokan gelek bi wate ye, lê mixabin zarokên me nikarin biwate  bijîn. Ji ber ku di encama dagirkeriya dewleta Tirk bi hezaran zarokên me ji axa xwe koçber in û nikarin bigêjin mafê xwe yê jiyanê. Gelo ev zarokên di kampan de dijîn, wê bikarbin weke ku di warê xwe de bin bijîn. Hê jî  hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asteke xeter de ye ku em rojane rû bi rû yê bombebaran dewleta Tirk tên. Me jî weke Desteya Jin xwest ku şahiyekê ji bo zarokên xwe çêkin, dilê wan geş bikin û hewil bidin derûniya wan baş bikin. Ji xwe di şahiyê de zarokên ku di baxçeyên me de fêr dibin û dimînin, berhemên xwe parve kirin ku ev yek jî me gelekî kêfxweş dike. Hêvî û armancên me jî gelek in ku em salên li pêşiya xwe bi aramî bijîn û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin da ku her zarokek di mal û ser axa xwe bijî.”