Ji ber barana zêde 9 kes mirin 2023-11-20 13:40:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an û 11 kes jî hêj winda ne.    Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, bilanço her ku diçe girantir dibe. Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku 9 kes di bager û lêhiya rabûye de jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî hêj winda ne.