Ji ber berfê rêyên gundên Serhedê hatin girtin 2023-11-20 13:37:30       WAN - Ji ber barîna berfê rêyên gundên li herêma Serhedê, ji çûn û hatinê re hatin girtin.    Li herêma Serhedê duh bi şev barina berfê dest pê kir û rêya sedan gundan hat girtin. Çûn û hatina navçe û bajaran bi zehmetî tê kirin.   Berf herî zêde li gund û mezrayên Erdexan, Erzirom û li gundên Agiriyê barî. Li navçeya Miks a Wanê, rêya Wan û Colemêrgê û rêya Erzirom û Qersê jî ji ber barîna berfê, mesafeya dîtinê daket 10 mîtroyan.    Tê payîn ku dê li Wan, Agirî, Bedlîs, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş û Erdexanê yên ji bo wan ji hêla Meteorolojiyê ve bi qoda zer û porteqalî hişyarî hatibûn kirin, dê îşev berf bibare.