TAJÊ 25’ê Mijdarê ragihand 2023-11-19 19:24:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê li Sinûnê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Li gorî plansaziyê wê li seranserê Şengalê civîn werin lidarxistin, sînevîzyon werin pêşandan û çalakiyên 25’ê Mijdarê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.   Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Beramberî Tundiya Dijî Jinê, li Şengalê jî bi pêşengiya TAJÊ pêngava çalakiyan hate destpêkirin. TAJÊ bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê îro bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re ragihand.   Daxuyanî li navenda nahiya Sinûne, li ber peykerê Dayê Gulê hate dayîn ku yek ji remzên berxwedana jinên Êzidî ye. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dîrok û çavkaniya 25’ê Mijdarê hate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Ji xwişkên Mîrabel heta qetilkirina Jîna Emînî, tecawizkirina Axîna biçûk ev şidet berdewam dike. Ji bo ev şîdet were şikandin em heya dawiyê di nav têkoşînê de ne. Bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Em Êzîdxanê ava dikin’ em dest bi hemleya xwe dikin.”   Di daxuyaniyê de her wiha plansaziya çalakiyan jî hate ragihandin.   Plansaziya çalakiyên 25’ê Mijdarê bi vî rengî ye;   *20-21’ê Mijdarê li qada Ereban bi jinên Ereb re civîn were çêkirin û der barê 25’ê Mijdarê de sînevîzyon were pêşandan. *22 û 23’ê Mijdarê li xeta Şemal û Qibletê ya Şengalê wê civîn werin çêkirin. *24’ê Mijdarê li Şengalê bi jinên ciwan re civîn were lidarxistin û sînevîzyon were pêşandan. *25’ê Mijdarê li Sinûnê meşa navendî were kirin.