Ji meşa azadiyê: Heta Ocalan azad bibe dê têkoşîn bidomin 2023-11-19 16:28:15     BURSA - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya ku bi beşdariya bi sedan kesên ji navçeyên derdorê li Gemlîkê hatin gel hev, axivî û diyar kir ku ew ê nehêlin tecrîd bibe rejîm û got. " Em diyar dikin ku heta azadiya Birêz Ocalan em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin."   Meşa Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, tevî hemû astengkirinan jî didome. Welatiyên ku li bajarên herêmên Ege û Marmarayê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Bûroya Hiqûqê ya  Asrînê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hatin gel hev û li gel hemû astengiyan gihîştin Gemlikê.     Bi sedan kes li derketina Gemlîkê ya Bûrsayê kom bûn. Li vir Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.   'Tevî hemû astengiyan jî me dest ji meşa xwe berneda'   Çîgdemê diyar kir ku tecrîd bûye rejîm û têkoşîna wan a li dijî tecrîdê wê bidome û got, “Me 'Meşa Azadiyê' ya ku me îro li vir dest bi çûna Gemlîkê kir, temam kir. Ev 2 roj in gelê me û dostên me li hemû bajarên Tirkiyeyê û hemû bajarên Kurdistanê tevî hemû astengiyên polîsan û hemû zehmetiyên dewletê dest ji meşa me ya azadiyê bernedan, da ku li vî welatî demokrasî ava bibe."   'Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome'   Çîgdem da zanîn ku yek ji rastiya herî girîng a li vî welatî pirsgirêka Kurd e û desthilatdariya heyî bi polîtîkaya xwe ya şer û tecrîdê re hewl dide sedsala nû veguherîne sedsala asîmîlasyon û komkujiyan û wiha dewam kir: "Em bi hev re hemû hevalên me yên li vir, wê nehêlin tecrîd bibe rejîm û em diyar dikin ku heta azadiya Birêz Ocalan ku yekane projeya avakirina demokrasî, wekhevî û azadiyê li vî welatî ye, em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.  Ji bo hemû hevalên me yên ku di vî warî de ked dane em spas dikin û çalakiya me gihîşt armanca xwe."   Meş bi çepik, tilîlî û dirûşman bi dawî bû.