Li Wanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' starta 25'ê Mijdarê 2023-11-19 15:23:10     WAN - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li navçeya Tûşbayê dest bi çalakiyan kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li Parka Dostaniyê ya navçeya Tûşba ya Wanê daxuyaniyek da. Parlamentera  HEDEP'ê ya Wanê Gulderen Varli, Platforma Jinan a Wanê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dema pankarta "Bi jin û azadiyan ber bi 25'ê Mijdarê ve" hate vekirin, jinan wêneyên jinên hatin qetilkirin û pankartên "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi azadiyê ve" û "Jin wê vê tarîtiyê ronî bike."berz kirin. Beriya daxuyaniyê polîsan diyar kirin ku ji ber qedexeya walîtiyê destûr nadin jin daxuyaniyê bidin, jinan jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" polîsên ew astengdar kirin şermezar kirin. Dema polîsan destûr neda rojnameger dîmen û wêneyan bigirin û ew derxistin derêv parkê. Di encama berxwedana jinan de polîsan gav paşde avêtin û jinan daxuyanî da.   Li ser navê jinan parlamentera HEDEP'ê Gulderen Varli daxuyanî da.   'Em ê hesap bipirsin'   Gulderen a ku bi bîranîna jinên hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku zextên mêr dewletê yên li ser beden û keda jinan roj bi roj zêde dibin. Gulderenê, diyar kir ku ew ê di Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de li dijî tundiya li ser jinê bên cem hev û got, “Hikûmeta AKP’ê 21 sal in li pişt dewletê xwe veşartiye û bi hezaran jin qetil kirine. Em dizanin; Jinên ku ji aliyê çawîşên pispor û polîsan ve rastî tacîz û tecawizê hatin, bi polîtîkaya bêcezakirinê ji deriyê paş ve tên berdan. Dijminatiya li hemberî jinê çiqasî mezin e ev diyar e. Ev cenaze yên me ne. Ev kolan ên me ne. Cihên me yên jiyanê yên me ne. Heta ku ev cîhan nebe cîhanek ku tê jiyîn em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ji hemû jinan re dibêjin; Dema ku em mil bi mil û bi hev re birêxistin bin, ne tundiya mêr û ne jî tundiya dewletê wê nikaribin me bişkînin. Ji ber vê yekê em hemû jinan vedixwînin meşa xwe ya li dijî tundiyê ya 25’ê Mijdarê. Felsefeya Jin jiyan azadî îro li hemû cîhanê belav bûye. Em dibêjin hem beden û hem jî hewldan yên me ne. Ji ber vê sedemê, tundî, tacîz û tecawiza ku hûn dikin, wê ji we re nemîne. "Em ê teqez ji bo vê yekê hesab bipirsin."   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.