Cihê jinê di siyasetê de vê hefteyê di Kovara Jinê de ye 2023-11-19 13:30:18     STENBOL - Hejmara 38'an a Kovara Jinê bi berga "Bajarên dostê jinê bi têkoşîna li dijî qeyûman pêkan in" derket.   Hejmara 38'an a Kovara Jinê ku her hefte bi awayekî dîjîtal derdikeve, vê hefteyê bi manşet "Bajarên dostê jinan bi têkoşîna li dijî qeyûman pêkan in"derket pêşberî xunêerên xwe. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de, mijarên wekî cihê jinê di siyaseta rêveberiyên herêmî de û şaredariyên bi rengê jinê  cih digirin.     Ji rêveberiyên herêmî ber bi hevserokatiyê   Hevpeyvîna bi sernavê "Bajarên dostê jinan bi têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyûman pêkan in" ya ku Şukran Demîr bi Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Halîde Turkoglu re kiriye  cih digire.    Cihê tevgera jinên Kurd di siyasetê de   Her wiha di kovarê de nivîsa bi sernavê " Cihê Tecrûbeya jinên kurd a rêveberiyên herêmî di têkoşîna jinê de" ya Rojda Yildiz nivîsandiye, balê dikişîne ser şaredartiya bi rengê jinê. Ji aliyê din ve gotara bi sernavê "Şaredarî û siyaseta bi rengê jinê" ku ji aliyê Laura Roth û Kate Shea Baird ve hatiye nivîsandin û ji aliyê ekîba Kovara Jinê ve hatiye wergerandin, bi mînakên ji cihanê û  Kurdistanê balê dikişîne ser şaredarî û cihê jinê di siyasetê de.  Oya Açan a bi nivîsa bi sernavê, "Em ne bi tenê ne!" jî behsa têkoşîna gel a birêxistinkirî û çalakiyên Filistînê yên li cîhanê dike.   Hemû sernavên vê hefteyê wiha ne:   *Bajarên dostên jinan bi têkoşîna li dijî zihniyeta qeyûm pêkan in/Gotûbêj bi  Hevberdevka Meclisa Jinê Halîde Turkoglu re - Şukran Demîr   *Cihê Tecrûbeya jinên kurd a rêveberiyên herêmî di têkoşîna jinê de / Rojda Yildiz   *Şaredartî û siyaseta bi rengê jinê / Laura Roth & Kate Shea Baird – werger   *Em ne bi tenê ne! / Oya Açan   Hundikarin ji vir xwe bigihînin hemû nivîsan.