Ji Stenbolê ber bi Gemlikê ve bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' dimeşin 2023-11-19 12:26:12     STENBOL - Bi sedan kesên ku di saetên serê sibê de ji gelek navçeyan bi wesayîtan ber bi Gemlîkê ve ketin rê, dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin û peyama ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi israrin dan.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya MED (MED TUHAD-FED),  Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) , Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (NÇM)  li dijî tecrîda girankiri ya ku 33 meh in li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalna dewma dike û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya "Meşa Azadiyê" ya ku hat destpêkirin de li gel şert û mercên hewayê yên zahemet ji gelek navçeyên Stenbolê girse ji bo biçin Gemlikê bi rê ketin.    Bi biryar in   Kesên ku bi wesayîtan ji gelek nuqteyên navçeya Bagcilarê derketin rê, ji bo biçin Gemlîkê çalakî li dar xistin. Dema ku bi sedan kesên bi sloganan li wesayîtan siwar bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo" berz kirin, bi çepik û coş û biryardariyeke mezin govend gerandin. Girseyê bi dirûşmeyên di wesayîtan de coşa xwe nîşan da û diyar kir ku ew ê bi hemû bawerî û îradeya xwe ber bi Gemlîkê ve bimeşin.    Ji bo Abdullah Ocalan wê bi dirûşmeyan bimeşin   Li aliyê din li navçeyên Sîlîvrî, Avcilar û Beylîkduzuyê girseya gel di saetên serê sibê de bi wesayîtên ku li wan siwar bûn ber bi qada wê lê kom bibin ve çûn û bi pankart û dirûşma "Bijî Serok Apo" derketin rê.    Bi biryar ber bi Gemlîkê ve bi pêş ve diçin   Li Esenyurtê welatî danê sibehê li ber avahiya navçeya HEDEP'ê hatin cem hev. Girseya ku bi wesayîtên ji 5 herêmên cuda yên navçeya Esenyurtê bi rê ket, bi biryardarî ber bi Gemlîkê ve dimeşe û timî bê navber dirûşmên "Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.   Peyama wan eşkere ye   Li taxa Bayrampaşa jî gel diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Girseya ku ji taxa Bayrampaşayê bi çepik û tilîliyan bi rê ket, bê navber dirûşmên “Yan serkeftin an serkeftin” berz kirin.   Di şikandina tecrîdê de israr dikin   Bi dehan şêniyên navçeya Arnavutkoyê jî diyar kirin ku li ser Rêberê PKK'ê tecrîda girankirî tê meşandin û destnîşan kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalna wê bikevin nava liv û tevgerê.    Ji Tûzlayê bi meşê derketin rê!   Li aliyê din komeke ku di nav de Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz jî hebûn, ji Tûzlayê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Girse li Tuzlayê hatin gel hev dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bi Serok jiyan nabe", "Tecrîda li hundir û derve bişkîne", "Ji tecrîdê re na", "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" ku berz kirin bi rê ketin. Koma ku bi tilîlî û çepikan ber bi wesayîtan ve dimeşiya, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ku astengiyên polîsan nas nekir, bi dirûşman bi hemû biryardariya xwe meşa xwe berdewam kir. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di meşê de got, “Îmralî qada bêhiqûqî û tecrîdê ye. Heta ku tecrîd rabe em li kolanan in.  Girseya ku bê navber dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin, li wesayîtan siwar bûn û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.   Ber bi navçeya Gemlîkê ji Stenbolê navçe bi pêş ve diçin   Ji heftsalî heta heftêsalî ji hemû pêkhateyan ji gelek navçeyên Stenbolê bi biryardariyeke mezin ber bi Gemlîkê ve diçin.