'Bila konferans bibe wesîleya azadiya Birêz Abdullah Ocalan' 2023-11-19 09:05:32     Dîlan Babat-Oznûr Deger   ENQERE - Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Xecê Kîye ku tevli konferansa rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê bû da zanîn li dijî înkarkirina Kurdan bi îdiaya serkeftinên xwe amade dikin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadiyê re ber bi rêveberiyên herêmî’ di 11’ê Mijdarê de li Enqereyê Konferansa Jinan a Rêveberiyên Demokratîk a Jinan pêk anî. Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Xecê Kîye ku tevli konferansê bû bandora siyaseta qeyûm a li ser polîtîkayên şer nirxand.   ‘Bedelên giran di 2014’an de bi hevserokatiyê tacîdar bû’   Xecê da zanîn ku li Tirkiyeyê di 2016’an de bi destê qeyûman pêkanînek nû dest pê kiriye û ev wek rejîma qeyûm hatiye venasîn. Xecê wiha vegot: “Di salên 70-80’ê de  xebatên ji aliyê Edîp Solmaz ve (şaredarê Êlihê yê di 12’ê mijdara 1979’an de hat qetilkirin) hatin destpêkirin di 2014’an de bi 102 şaredariyî derket asta jor. Di vê xebatê de jiyanek nû hat hûnandin. Ji 78’an heta niha bedelên giran hatin dayîn û di 2014’an de bi hevserokatiyê hat tacîdarkirin. Di vê jiyana em dixwazin ava bikin de em dixwazin jin, ciwan, zarok, civak xwe bibînin. Ji 2014’an heta 2016’an ev pêk hat. Li her derê Kurdistanê hat dîtin. Ji bo zarokan navendên perwerdeya ziman hatin avakirin. Ji bo jinan mal hatin vekirin. Malên çandê hatin vekirin.”   ‘Hebûna xwe li ser înkara Kurdan didomînin’   Xecê da zanîn îktidara heyî hebûna xwe li ser înkara Kurdan didomînin û axaftina xwe wiha domand: “Li Kurdistanê jiyanek azad, wekhev û polîtîk li dijî pergalê hat avakirin. Di 2016’an de gihiştibû astek jor. Ji 2016’an de pergalê ev dît û hewl da hebûna xwe li ser înkara Kurdan bidomîne. Ger Kurd tunebin ew hene. Ji ber vê konsepta şer xistin dewrê. Li hemû bajarê Kurdan, Cizîr, Sûr, Gever, Şirnexê bajar hatin hilweşandin. Şerê qirêj gihişt asta jor. Dema qeyûm hatin tayînkirin ewil destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Navendên jinan hatin desteserkirin. Mêr hatin tayînkirin.”   ‘Dixwazin dijexlaqîbûn û rizandinê belav bikin’   Xecê bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha dawî lê anî: “Pergala hevserokatiyê bi kedek mezin hat bidestixistin. Piştî 2016’an şûnde polîtîkayên şerê taybet xistin dewrê. Ev polîtîka gihiştin asta jor. Di encama van polîtîkayan de destdirêjî, qetilkirin, întîxarên jinan hatin jiyîn. Xwestin bi van rêbazan jinan bixînin. Dixwazin dijexlaqîbûn û rizandinê di nav civakê de belav bikin. Dixwazin jinan tune bikin. Dewletê xwest pergala xwe li ser vê ava bike. Ji ber vê ji 2016’an şûnde di 2019’an de jî qeyûm tayîn kir. Lê hevalên me li dijî vê tu carê dest ji têkoşînê bernedan. Em li dijî van polîtîkayan xebatê dimeşînin. Hêvîdar im konferansa me bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan. Em bi hêvî, li pêş xwe dinêrin û xebata xwe dimeşînin. Em ê bi ser kevin.”