ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-19 09:00:00     * Lîstikvana Şanoya Bajar a Amedê û xwendekara Zanîngeha Dicleyê Bedriye Akici balkişand ser êrîşên li ser çand û hunera kurdî û got, "Ji bo pêşerojeke baş a şanoya kurdî divê em bêhtir bi kurdî biaxivin." DÎMEN HEYE     * Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Xecê Kîye ku tevli konferansa rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê bû da zanîn li dijî înkarkirina Kurdan bi îdiaya serkeftinên xwe amade dikin. DÎMEN HEYE     * Seroka Komeleya Rengarenk Umutlar Yeter Erel Tuma der barê bandora şer a li ser zarokan û binpêkirinên mafan ên zarokan de axivî û got li Kurdistanê zarokên şahidiya şer dikin lîstikên wan jî her tim li ser şer in. DÎMEN HEYE     * Şîmel Beyîk ku di pêvajoyeke krîza aborî dihat jiyîn de koperatîfa jinan ava kir, derfet dide jinan ku tevli pêvajoya hilberînê bibe. BI DÎMEN    * Em ji medyayê dipirsin ku gelo pirsgirêka Tirkiyeyê tenê operasyona li hemberî Dîlan û Engîn e? MEDYA KRÎTÎK   *Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşmeya "Em jin in ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guherînê li ser piyane" têkoşîna jinên kurd dewr girt dikeve 8 saliya xwe. Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun diyar kir dê ji bo azadiya wê axê her têbikoşin. BI DÎMEN    *Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tuna diyar kir ku di têkoşîna ji bo cîhaneke ku tundî lê bidawî bibe de li Tirkiyeyê stargeh qels in û ji bo jinan ne bi ewle ne. Zeynebê got divê li ser tedbîrên pêşîgirtinê bê sekinandin. DÎMEN HEYE