Meşa Azadiyê gihişt Mêrsînê 2023-11-18 19:16:37   MÊRSÎN - Kesên ji bo Meşa Azadiyê ji bajarên derdorê bi rê ketin, gihiştin Mêrsînê. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogullari ku li vir axivî, got: "Heya tecrîda Îmraliyê ji holê rabe, dê têkoşîna me bidome."    Milê Meşa Azadiyê ya Çukurovayê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî ber bi Gemlîkê ve tê lidarxistin, gihişt Mêrsînê. Welatiyên ku ji Edene, Hatay, Osmaniye û Dîlokê bi rê ketin, tevî hemû astengiyên polîsan jî li Mêrsînê gihaştin hev. Parka Zarokê Azad ku dê daxuyanî lê bihata dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û piştî ketin û têketina parkê hat qedexekirin, girse çû avahiya HEDEP'ê ya Akdenîz a Mêrsînê ya li Taxa Şevket Sumerê.    Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay hatîmogûllari û parlamenterên HEDEP'ê Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamûran Tanhan li vir gihaştin girseyê. Girse di kuçeyê de meşiya. Gava polîsan xwest girseyê belav bike, Tulay Hatîmogûllari û polîs ketin qirika hev. Girseya ku di kuçeyê de meşiya polîsan pêşiya wê birî û biryara qedexekirinê ya Walîtiya Mêrsînê nîşan dan û gotin ku dê destûr ameşê û daxuyaniyê nedin. Piştî vê di navbera girseyê û polîsan de rageşî rûda. Gava polsîan girseyê dorpêç kir, girseyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindana" û "Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok"  berz kirin.    Tulayê  bertek nîşanî biryara Walîtiya Mêrsînê û êrişkariya polîsan da û got: "Em ê sibê tevî gelê kurd û hemû gelên xwe yên din ber bi Gemlîkê ve bimeşin."    Tulayê destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê meseleya kurd e û bal kişand ser pêvajoya di navbera 2013-2015'an de. Hatîmogûllariyê di berdewama axaftina xwe de got: "Heya meseleya kurd bi awayekî qanûnî neyê mîsogerkirin dê têkoşîna me bidome. Heya tecrîda Îmraliyê ji holê rabe, dê têkoşîna me bidome."    Di dema axaftina Tulayê  de bê navber dirûşmeyên wekî "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî axaftinê girse çû avahiya HEDEP a Akdenîzê.