Banga ji bo Meşa Azadiyê: Ji bo tecrîd bi dawî bibe em têbikoşin 2023-11-18 09:39:45         STENBOL - Elif Bulut ji bo meşa ber bi Gemlikê ve ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got:"Azadiya Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo welatê me azad û demokratîk bibe ez hemû kesî vedixwînim meşa ber bi Gemlîkê ve."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 32 meh in agahî nayê girtin. Li dijî tecrîda giran û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) dê di 18’ê mijdarê de li Kurdistanê û di 19'ê mijdarê de jî li Stenbolê ber bi navçeya Gemlikê ya Bûrsayê ve “Meşa Azadiyê” li dar bixin.    Têkildarî meşa ber bi Gemlîkê ve endama Lijneya Rêveberina Navendê ya HEDEP'ê Elif Bulut axivî.  'Daxwaza me ya welatekî demokratîk heye'   Elifê da zanîn ku ew di qada siyasetê de têkoşîna azadiyê didin meşandin û wiha got:"Ev bi salan e em vê têkoşînê didin meşandin û em ê ji ya xwe paş gav neavêjin. Partiya me gelek berdêl da. Ji ber me ewqas berdêl dana em daxwaza azadiya rêhevalên xwe dikin, her wiha em daxwaza makezagoneke demokratîk, welatekî demokratîk, serdestiya hiqûqê, parastina mafên mirovan û aştiyê dikin. Ji bo em van daxwazên xwe pêk bînin em têkoşîna xwe didomînin. Li Tirkiyeyê yek ji mijara herî girîng tecrîda bi salan e tê sepandin e."   'Ji bo tecrîd bi dawî bibe em têbikoşin'   Elifê bi lêv kir ku sedema derketina sîstema tecrîdê ew e ku dewlet zagonên xwe yên navxweyî tune dihesibîne û wiha pê de çû:"Ji sala 1999'an vir ve bi tecrîda giran Rêberê Gelê Kurd ji mafên xwe bêpar tê hiştin. Ji parêzer û malbata xwe bêpar tê hiştin. Heger em li hemberî vê tecrîdê dernekevin wê belav bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe em têbikoşin."   'Em têkoşînê mezin dikin'   Elifê diyar kir ku sepana tecrîdê li her derê belav bûye û wiha lê zêde kir:"Tecrîd bûye polîtîkayeke dewletê û li her derê tê belavkirin. Em li hemberî vêya bisekinin û têbikoşin. HEDEP bi salan e ji bo rêxistinbûyineke mezintir, ji bo bi hêzên demokrasiyê têkoşînê mezin bike li berxwe dide û li ser vê xetê têkoşîna xwe didomîne. Azadiya Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd e. Azadiya Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo welatê me azad û demokratîk bibe ez hemû kesî vedixwînim meşa ber bi Gemlîkê ve."   Banga tevlîbûna ji bo Meşa Gemlîkê   Elifê herî dawî herkes vexwend Meşa Gemlîkê û got:"Me meşeke ber bi Gemlîkê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de me civînên gel li dar xistin. Em di 18'ê mehê de li Kurdistanê di 19'ê Mijdarê de jî li Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em hemû kesî vedixwînin meşa ber bi Gemlîkê ve."