'Yekane daxwaza jinan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê ye!' 2023-11-18 09:25:24       Elfazî Toral    STENBOL - Jinan diyar kirin ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên li girtîgehan bûne mijara 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê û gotin: “Divê em ji bo serokatiya xwe saniyekê nesekinin. Malê me milkê me serokatiya me ye. Me heta îro dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ji vir şûnde jî gavê paş de navêjin. Em jin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Heta tecrîd ranebe em ê têbikoşin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê di 12’ê Mijdarê de bi dirûşmeya ‘Ji bo destkeftiyê ji nû ve HEDEP ji nû ve Stenbol’ 2’yemîn Kongreya xwe pêk anî. Kongre bi coşek mezin pêk hat û di kongreyê de peyama şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat dayîn.   Jinên tevli kongreye bûn der barê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê dayîn de axivîn.   Daxwaza dayikan: Bila tecrîd têk biçe   Selîme Dînç destnîşan kir li girtîgehan binpêkirina mafan her diçe giran dibe û got divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Selîmeyê wiha bi lêv kir: “Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Em şewitandina infazan qebûl nakin. Em ne şer aştiyê dixwazin. Divê hemû parlamenterên me bên berdan. Daxwaza me dayikan ev e. Bila dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn. Bila tecrîd bê şikandin. Daxwaza me ev e.”   ‘Divê em bê serokatiya xwe saniyekê nesekinin!’   Medîne Bektaş jî bi lêv kir ku bi kongreya HEDEP’ê carek din hatiye dîtin ku gelê Kurd ligel hev e û wiha anî ziman: “Me têkoşîna xwe mezin kir û em hatin van rojan. Em bi daxwazên xwe tevli kongreyê bûn. Daxwazên me yên cidî û watedar hene. Em ji bo zarokên xwe yên girtî li vir in. Em vê pergalê qebûl nakin. Xizmên girtiyan zarokên xwe nabînin. Hem em hem jî zarokên me li dijî tecrîdê têdikoşin. Divê hemû gel bi însiyatîfa xwe berxwedanê mezin bikin. Divê em dayik bi hev re têbikoşin. Divê em ji bo zarokên xwe û serokatiya xwe saniyekê nesekinin. Yekîtiya gelan girîng e. Em bibin yek û deriyên girtîgehan bişkînin. Ez têkoşîna hemû girtiyan silav dikim. Ez êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava jî şermezar dikim. Têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê bidome.”   'Em bi biryar in ku şûnde gavê navêjin'   Jina bi navê Fatma Çetîn jî têkoşîna girtiyan silav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me tu carî ji têkoşîna xwe şûnde gav navêt û em navêjin. Em Kurd in û şopdarên doza xwe ne. Em ê mafên xwe biparêzin. Heta yek dilopek xwîn em ê têkoşîna azadiya gelê Kurd bimeşînin. Ez ji hemû gelê Kurd re silavan dişînim. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin. Em wekheviya gelan diparêzin.”   Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan e   Goknur Atay jî bang kir ku divê demildest tecrîd bi dawî be û girtî bên berdan û wiha vegot: “Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê demildest tecrîd rabe. Em gelê Kurd û jin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ev polîtîkayên tecrîdê darbeyek li hember me hemûyan e. Em ê ji bo rakirina tecrîdê têbikoşin.”