Ciwanên êzidî: Em ê li hemberî êrişan li ber xwe bidin 2023-11-18 09:21:24       NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên êzidî êrişên li hemberî Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku dê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin û gotin: "Bila  bibin yek û xayîntiyê li civaka xwe nekin."    Di 8’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê de dewleta Tirk careke din êriş bir ser hêzên parastina Şengalê.  Di 13’yê Mijdarê de li nahiya Sinûnê ya Şengalê wesayîta sivîl a ku şervanên YBŞ’ê tê de bû hedefa êrişa balefira bêmirov a biçek. Êrişên ku pêk hatî ji hêla sazî û dezgehên Şengalê ve hatin protestokirin.   Derbarê êrişê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê Avaşîn Şingalî û endamaTevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nahîde Zorava ji ajanse me JINNEWS’ê re axivîn.   ‘Di her salvegerê de êrişê li Şengalê dikin’   Avaşîn Şingalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrişan û wiha axivî: “Di salvegera rizgarkirina Şengalê de dîsa Dewleta Tirk a dagirker êrişê xortên êzidî kir. Nahêlîn ku xortên êzidî û civaka êzidî rizgarkirina Şengalê li Serok Apo pîroz bikin. Li şehidên 74 fermanan pîroz bikin. Nehiştin ku milet rizgariya xwe pîroz bikin û êriş birin ser xortan. Di 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de, şervanên YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr di êrişê de şehîd ketin. Dewleta Tirk di her salvegera rizgarkirina Şengalê de êrişê êzidiyan dike. Bi zanebûn êrişê civaka êzidî dike.    ‘Zanebûn zarok û ciwan hedef tên girtin’   Avaşîn, diyar kir ku li hemberî êrişan divê dengek xurt derkeve holê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em wek ciwan û civaka êzidî tu carî li hemberî êrişên ku pêk tên bêdeng nabin û divê bêdeng jî nemînin. Cîhan hemû dizane ku ev tişt bi zanebûn tên kirin, bi zanebûn zarok û ciwanên me hedef tên girtin. Bi helwesteke xurt divê civaka êzidî li hemberî wan êrişan rawestin û rabin ser piyan."   ‘Em bêdeng namînin’   Avaşîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û misyona ciwanan: “Berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Di 9’ê Cotmehê de li hemberî Rêber Apo komployek pêk hat. Em wek civaka êzidî tevlî pêngava Rêber Apo re azadî dibin. Di pêngavan de her tim pêşeng tên hedefgirtin. Îro li vir heman tişt pêk hat. Em wek ciwan dibêjin çi bikeve ser milê me em ê bikin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li hemberî dijminê xwe bêdeng nemînin.”   ‘Bila bibin yek li hemberî xayintiyê’   Endama TAJÊ Nahîde Zorava jî der barê êrişên li hemberî Şengalê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Armanc dikin ku bi wan êrişan me tune bikin û civaka êzidî tune bikin. Serkeftina civaka êzidî naxwazin. Lê divê bê zanin ku em ê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin têkoşîna xwe bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em li hemberî Dewleta Tirk serî natewînin. Ez bang dikim bibin yek, bila xayinetiyê li miletê xwe nekin."