Leşker û polîsên gumanbar bi destê darazê tên xelatkirin! 2023-11-18 09:10:00       AMED - Aktîvîsta TJA’yê Medya Alkan der barê sûcên ku polîs û leşker li dijî jin û zarokan dikin û tevî van sûcan gumanbar tên xelatkirin de axivî û diyar kir ku bi destê dewletê leşker û polîsên gumanbar bi cezayên wek xelat tên cezkiarin û ev jî pêşiya sûc vedike.   Li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li dijî jin û zarokan tundî tê kirin û li dijî tundiyê jî polîtîka bêcezahiştinê pêk tê. Bi taybet desthilatdar û daraz leşkerên gumanbar diparêzin û yên tundiyê dibînin û kesên li dijî vê dengê xwe bilind dikin tên cezakirin. Li Mêrdînê jinên ku ji bo Pakîstan Demîr meşiyan doz li wan hatin vekirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Alkan Der barê mijarê de axivî.   ‘Jin li dijî polîtîkayên şerê taybet in’   Medyayê daxuyakirin ku sedema bêcezahiştina leşker û polîsên gumanbar, polîtîkayên şerê taybet yê bi destê dewletê tê kirinê ye. Medyayê wiha bi lêv kir: “Em wek TJA li dijî vê têdikoşin. Polîtîkayên şer bi taybet berê xwe didin welatparêzan. Li Kurdistanê polîtîkayên valakirina herêmê tê meşandin. Ji bilî vê em dizanin ku hemû binçavkirin bi zanebûn tên kirin û cezayên cidî tên dayîn. Di çarçoveya kampanya ku me daye destpêkirin de armanca me ev e ku gel bikin xwedî hişmendî.”   ‘Dewlet kesên dengê xwe bilind dike hedef digire’   Medyayê di berdeamiyê de balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha dirêjî daye: “Cerdevan ligel bêcezahiştinê tên xelatkirin û derdixin asta jor. Em dizanin ev bi kîjan armancê tê kirin. Musa Orhan destdirêjî li Îpek Er kir û bêyî ceza bigire hat berdan. Lê yên dengê xwe li dijî vê bilindkirin hatin cezakirin. Bi vê dixwazin çavê me bitirsînin. Ev ji aliyê dewletê ve bi zanebûn tên kirin.”   Çareserî hişmendîbûne!   Medyayê der barê perwerdehiyên di çarçoveya kampanyaya wan de tên dayîn de jî nirxandin kir û wiha vegot: “Perwerde hem ji bo jinan hem jî yên tevlihev hene. çapemenî bi hişmendîkirinê dikare pêşî li pêkanînên şerê taybet bigire. Tirsa herî mezin a desthilatdariyê jin in. Ji ber vê jî êrîşê jinan dike.  Dewlet hêza jinan dizane. Ji ber vê êrîşên xwe zêde dike.”   ‘Yekitî wê me bibe serkeftinê’   Medyayê bang li hemû jinan kir û wiha dawî lê anî: “Em di hefteyeke ku leşker û polîsên gumanbar nehatin cezakirin û hatin xelatkirin de derbas bûn. Gumanbar bi destê dewletê tên xelatkirin. Ji bo berdewama vê bê gumanbar tên xelatkirin. Di vî alî de em ê dozan bişopînin û ji bo ceza bê dayîn israra xwe bidomînin. Ez hemû jinan vexwendiyên perwerdehiyên di çarçoveya kampanyayê de tê dayîn dikim. Di vî alî de yekitî wê me bibe serkeftinê. Jin jiyan azadî..”