ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-18 09:00:00   *Siyasetmedarên jin ên li Qersê diyar kirin ku dê di 25'ê Mijdarê de li qadan, li dijî polîtîkayên îktîdarê dengê xwe bilind bikin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên li girtîgehan bûne mijara 2’yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HEDEP'ê ya Stenbolê û gotin: “Divê em ji bo serokatiya xwe saniyekê nesekinin. Malê me milkê me serokatiya me ye. Me heta îro dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ji vir şûnde jî gavê paş de navêjin. Em jin azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Heta tecrîd ranebe em ê têbikoşin.” BI DÎMEN   *Yek ji bajarên ku herî zêde ji erdhejê bi bandor bû Semsûr bû. Di ser erdhejê de 9 meh derbas bû û me der barê rewşa bajar de dane kom kirin.    *Ciwanên êzidî êrişên li hemberî Şengalê şermezar kirin û diyar kirin ku dê li hemberî her cure êrişan li ber xwe bidin û gotin: "Bila bibin yek û xayîntiyê li civaka xwe nekin."  BI DÎMEN    * Hevşaredara Kopê Eylem Saruca ku qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, da zanîn ku siyaeta qeyûm ji polîtîkayên tecrîdê serbixwe nîne û got: “Divê gelê Tirkiye û Kurdistanê di hilbijartinên herêmî de ji bo bersiva pêwist bide pergalê bi hev re têbikoşe. Me wek jinan ev pêk anî. Dema em bandora vê li civakê bikin wê civakek demokratîk bê afirandin.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Medya Alkan der barê sûcên ku polîs û leşker li dijî jin û zarokan dikin û tevî van sûcan gumanbar tên xelatkirin de axivî û diyar kir ku bi destê dewletê leşker û polîsên gumanbar bi cezayên wek xelat tên cezkiarin û ev jî pêşiya sûc vedike. DÎMEN HEYE   *Endamên Kongra Star derbarê civîna xwe ya salê ya li Helebê de diyar kirin ku ew ê bi esasgirtina ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tundiyê têk bibin û wiha gotin:"Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li ked û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkevin û xwedî li giyanên şehîdan ên pîroz derkevin heta ku em azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî mîsoger bikin û xwe bigihînin tevahî jinên bindest." DÎMEN HEYE   *Faîke Aktaş ku kurê xwe Veysî Aktaş yê li Îmraliyê tê girtin nêzî 9 salan e nedîtiye wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê pêk tê li ser hemû gelê Kurd pêk tê.” DÎMEN HEYE   *Parêzera Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Polat, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê di warê têkoşînê de û bang li jinan kir ku di vê dema ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin de divê li dijî tundiyê rêxistinbûna xwe mezin bikin. DÎMEN HEYE   *Elif Bulut ji bo meşa ber bi Gemlikê ve ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got:"Azadiya Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêwist e. Ji bo welatê me azad û demokratîk bibe ez hemû kesî vedixwînim meşa ber bi Gemlîkê ve." DÎMEN HEYE