Li Bursayê tundiya mêr: Jinek hat qetilkirin 2023-11-17 21:51:35   BURSA - Li Bursayê mêrê bi navê Cemîl Fîdan, jina bi navê Ayşe Acar ku dest jê berdabû qetil kir.   Li navçeya Gonen a  Bursayê mêrê bi navê Cemîl Fîdan ku der barê wî de biryara durxistinê hebû, jina bi navê Ayşe Acar ya dest jê berdabû qetil kir. Bûyer duh saetên êvarê de hat jiyîn. Li ser îxbarê polîs û ekîbên tendurisityê hatin cihê bûyerê. Cenaeya Ayşeyê ji bo otopsiye rakirin morga ATK’ê.   Gumanbar hat binçavkirin û girtin. Cenazey aayşeyê ji aliyê xizmên wê ve hat girtin û hat definkirin.