Di dosya Gulîstan Doku de pêşketin 2023-11-17 20:15:08   NAVENDA NÛÇEYAN-Derket holê ku wesayîta aydê bavê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov ku ji polîsiyê hatiye îxrakirin û Gulîstan Doku bi zorê lê hatibû siwaririn,  roja lêpirsîn hatiye vekirin derxistine derveyê bajêr.   Li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’an de xwendekara Zanîngeha Munzurê ku Beşa Pêşketina Zarokan dixwend, Gulîstan Doku winda bibû. Di dosya der barê windabûna Gulîstan doku de geşedanên nû dertên holê.   Parêzerê malbatê Alî Çîmen di daxuyaniya ku da de diyar kir ku wesayîta aydê bavê gumanbar Zaînal Abarakov ku ji polisiye hatiye îxrackirin E.Y ye  û di girtekan de jî tê gotin ku rojek beriya bûyerê Gulîstan bi zorê li vê wesayîtê hatiye siwarkirin, roja lêpirsîn hatiye vekirin di 7’ê Çile de derxistine derveyê bajaê û hefteyek şûnde dîsa anîne bajêr.  Alî daxuyakirin ku rojeke beriya ku Gulîstan winda bibe bi zor li wesayîteke sipî tê siwarkirin û got: “Şeva beriya Gulîstan winda bibe saet  dora 22.30’an de li ser îxbara welatiyekî polîs tê cihê bûyerê û girtekê digire. Li gorî girtekê , li ser îxbara welatiyekî Gulîstan bi zor li wesayîtek spî tê siwarkirin û welatiyê ev dîtiye agahî daye polîs. Bavê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov şeva 4’ê Çileyê 2020’an de li asayîşê peywirdar bûye. Yê bi zor Gulîstan li wesayîtê kiriye jî gumanbarê sereke ye.”