Rûniştina bersûcê Leyla û 3 zarokên xwe kuşt hat taloqkirin 2023-11-17 16:12:24     ŞIRNEX - Rûniştina ewil a bersûc Hasan Karaaslan ê jina pê re zewicî Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe kuşt, hat lidarxistin. Malbata Leylayê wekî şahid tevlî rûniştinê bûn. Malbatê da zanîn bersûc tundiya sîstematîk kiriye û xwestin bê cezakirin.    Li Yenimahalleya Hezexa Şirnexê Hasan Karaaslan jina pê re zewicî Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe di 24'ê Tebaxa 2022'yan de kuşt. Rûniştina ewil a doza Hasan bi sûcê "Kuştina bi zanebûn a hevjîn û zarokên xwe" jê dihat darizandin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Parêzera Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatê û malbata Leylayê tevlî rûniştinê bûn. Bersûc Hasan jî bi hinceta randevuya bi psikolog a li Xarpêtê tevlî rûniştinê nebû.    Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Lawê Leylayê Ramazan Karaaslan da zanîn bavê wî 2 malên wan firotiye û hewl daye taksiya xwe jî bifiroşe. Her wiha Ramazan got bavê wî tundî li diya wî dikir û giliyê Hasan kir.    Lawê Leylayê Yunus Karaaslan jî diyar kir ku pirsgirêkên derûnî yên bavê wî tunebûye.    Her wiha xwişk û birayên Leylayê jî diyar kirin ku bersûc tundî li Leylayê dikir û giliyê Hasan kirin.    Di heman demê de jî xwişka Leylayê Kaniye Tekin mafê axaftinê kir û got Hasan gefa mirinê li zarokan dixwar.    Parêzera Wezareta Xizmeta Civakî û Malbatê Esma Dogan jî xwest bersûc bê cezakirin.    Dozger jî ji bo parastina celseyeke din bê girtin xwest Hasan Karaaslan li rûniştinê amade be û da zanîn kesên tevlî rûniştinê nebûne wê bi zorê tevlî bibin û daxwaza berdewamiya bersûc kir.    Piştî 5 deqe navber dan rûniştinê şûnde heyeta dadgehê rûniştin taloqî 26'ê Çileya 2024'an  kir.