Li Qoserê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn 2023-11-17 16:06:03     MÊRDÎN - TJA, li Qoserê bi daxuyaniyeke starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da û diyar kir ku ji bo afirandina jiyaneke nû ya azad divê tecrîd têk biçe û wiha hat gotin: "Di 25'ê Mijdarê de dê li qadan dirûşma 'Jin jiyan azadî' bilind bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Qosera Mêrdînê starta çalakiyan da. Ji bo dayîna starta çalakiyan jinan li Qada Azadiyê ya Qoserê civiyan û daxuyaniyê dan çapemeniyê. Ji navçeyên Mêrdînê û Amed, Şirnex, Êlihê gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ber bi 25'ê Mijdarê ve” hat vekirin. Her wiha wêneyên Nagîhan Akarsel, Îpek Er, Denîz Poyraz hatin vekirin. Jinan di daxuyaniyê de dowîzên wekî “Jin jiyan azadî”, “Ji qirkirina jinê re na” vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla berdevka TJA'yê ya Qoserê Jiyan Oner xwend.    Di daxuyaniyê bal kişandin ser dîroka 25'ê Mijdarê û û berxwedana jinan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çawa polîtîkayên qeyûm a talankirinê têk birinê dê carek din bi temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê dê bajarên xwe jinûve avabikin.    Di daxuyaniyê de behsa têkbirina tecrîdê hat kirin û wiha hat gotin: "Bi polîtîkayên tecrîdê ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan pirsgirêkên civakî bêtir zêdetir bûn û weguherî qeyranan. Şerê li Rojhilata Navîn, polîtîkayên kaosê her roja ku derbas dibe kûrtir dibe. Mafê azadiyê hatiye binpêkirin. Em dizanin ku bi tecrîda li hemberî Birêz Ocalan li hemberî pradîgmaya azadiya jinê pêk tê. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd û dawîkirina şerê li Rojhilata Navîn Birêz Abdullah Ocalan e."   Herî dawiyê di daxuyaniyê de behsa çalakiyan hat kirin û wiha hat bi dawî kirin: "Jin dê bi tilîlî û rengê xwe li vir in. Em 25'ê Mijdarê bi kampanyaya xwe ya 'Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve' pêşwazî dikin. Em dibêjin sedsala 21'an dê bibe sedsala azadiya jinê. Em bi 'Jin jiyan azadiyê' têkoşîna hemû jinên cihanê dikin yek. Em bang li jinan dikin ku di 25'ê Mijdarê de li qadan bin û dê têkoşîna azadiya jinê bi ser keve."    Piştî daxuyaniyê Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, axivî û wiha got: "Li her derê cîhanê jin gelek bedelên mezin dan. Bi têkoşînê mîrateya wan heta wan rojan hat. Em ê li kolanan bin û zihniyeta serdes a mêr jî hewl dide ku me asteng bike. Lê divê ev zîhniyeta serdest a mêr dîroka têkoşîna jinên kurd û têkoşîna jinên cîhanê binêre. Tu zihniyet nikare têkoşîna jinan asteng bike. Ji ber ku jin ji bo azadiya jinê û azadiya civakê têkoşin dide."   Salîha, da zanîn ku jinên kurd îro bi felsefeya "Jin jiyan azadî" li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ya azad diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên kurd li cîhanê re bû mînak. Hemû sazî û dezgehên dewletê li hemberî azadiya jinê radiwestin û li hemberî azadiya jinê polîtîkayên taybet diafirînin. Me vê tiştî di tayînkirina qeyûman de dît. Qeyûm cara ewilî sazî û dezgehên jinan girt. Her wiha îro li Kurdistanê şîdeta karmendên dewletê yên bi unîformayî li pêş e. Jinên kurd dê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna xwe bidomîne. Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li qadan bin."   Piştî daxuyanî û axaftinê jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” berê xwe dan avahiya HDP'ê ya Qoserê.