Jinên li Kobanê li dijî tundiyê meşiyan 2023-11-17 14:15:06     NAVENDA NÛÇEYAN - HPJ Jin’ê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, li dijî tundiya li ser jinê meşek lidar xist. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, ji aliyê Hêza Parastina Civakê ya Jin (HPJ) ve meşek hat organîzekirin. Ji Reqa, Minbic, Mensûra, Tebqa, Kantona Girê Spî û Kantona Kobanê bi sedan kes jî beşdarî meşê bûn.   Meş ji qada Jina Azad destpê kir û heta qada Şehîd Egîd dewam kir. Di meşê de alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, HPJ Jin hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Na ji tundiya li ser jinê re” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   Piştî ku meş gihişt qada Şehîd Egîd, ji bo bîranîna şehîdên ku di oxira azadiyê de şehîd bûne, deqeyek rêz hate girtin. Rêveberiya Hêza Parastina Civakê ya Navçeya Eyn Îsa Zehîde Elî axivî û ev tişt got: “Em silavên xwe ji jinên ku di girtîgehê de ne û yên li hemberî dijminê bi salan têdikoşin re, dişînin. Em jin wê li dijî tundiyê li ber xwe bidin. Desthilatdariyê her tim xwestiye jinê bê hêz bike û di şexsê wê de jî civakê bi paş bixe. Lê me jinan çavê xwe bi fikra Rêber Apo ronî kiriye. Mînaka wê Bêrîtan, Zîlan û Jîna Emînî ye ku ji nû ve nûbûnek dan jinê. Vaye jina Kurd li bajarê Kobanê ew zihniyeta reş a DAÎŞ’ê têk bir. Em ê heta dawiyê li ser piyan bin."   Meş bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.