Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin 2023-11-17 10:03:49     MÊRDÎN - Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz ê 12 salî ku li navçeya Qoserê bi 13 guleyan hate qetilkirin û gora bavê wî hate kirin.    Ahmet Kaymaz û lawê xwe Ûgûr Kaymaz ê 12 salî bû li navçeya Qosera Mêrdînê di 21’ê mijdara 2004’an de li ber deriyê mala xwe di encama gulebaranê de hatibûn qetilkirin. 13 gule berdabûn bedena Ûgûr Kaymaz ê 12 salî. Li dijî gora Ahmet Kaymaz û lawê wî Ûgûr ku li goristana taxa Pirîketa ye çend roj berê ji aliyê kes ango kesên nediyar ve êriş pêk hat. Piştî êrişa li dijî goran pêk hat, welatiyan gora Ahmet Kaymaz a kevirên wê hatibûn şikandin bi dilxwazî tamîr kirin. Pişt re jî welatiyan agahî da malbata Ahmet Kaymaz.