‘Em banga berxwedanê li jinên ciwan dikin’ 2023-11-17 09:05:59     AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê Senem Erîş, diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê de li dijî pergala serdest ya mêr li qadan bin û got: “Em di 25’ê Mijdarê de ciwanan, jinan, jinên ciwan vexwendiyê berxwedanê dikin.”   Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî li hemû cîhanê her sal bi girseyî çalakî û bername pêk tên û li bajarê Kurdsitanê jî bi vê wesîleyê li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîn tê bilindkirin. Jinên ciwan ku pêşengiya têkoşîna xweser dikin di hedefa desthilatdariyê de ne. Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) cih digire Senem Erîş, bi wesîleya 25’ê Mijdarê pirsgirêkên ku jinên ciwan dijîn, hedefgirtina jinên ciwan û xeta têkoşînê nirxand.   ‘Yên şoreşa Rojava afirandin jin in’   Senemê destnîşan kir ku bi pergaleke hegemonîk ya hewl dide jinan bi fîzîkî û îdeolojî tune bikin re rû bi rû ne û wiha vegot: “Ewil divê nêrînên îdeolojîk yên li jinên ciwan tên ferzkirin bên şikandin û bi vî awayî gavek bê avêtin. Li Kurdistanê jin xwedî potansiyeleke ku dikarin jiyanek bi rumet ava bikin e. Ji ber vê pergala serdest ya mêr êriş dike. Li Tirkiye û Kurdistanê bi alavên wek tacîz, destdirêjî û qetilkirinê qirkirina jinan tê jiyîn. Qanûn jinan naparêzin. Peymana Stenbolê ku mafê jinan diparast fesh kir. Ji bilî vê li Tirkiyeyê jin di berxwedanek mezin de ne. Îro em dikarin bêjin afrînerên şoreşa Kobanê, şoreşa Roava jin in.”   Jinên kurd hedef digirin!   Senemê, daxuyand ku di şoreşa Rojava de pêşengiya jinan girîng e û di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Ya ku Şoreşa Rojava pêk anî felsefeya ‘jin  jiyan azadî’ bû. Ev felsefe ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Em vê kevneşopiya berxwedanê wek mîrate digirin û li dijî vê jiyana alternatîf ava dikin. Li dijî mafê jinan li dijî jinan li Tirkiye û Kurdistanê tundiyek pir alî heye. Li Kurdistanê mêr-dewlet bi awayekî cuda berê xwe didin jinan. Em vê di çarçoveya şerê taybet de digirin dest. Bi taybet jinên kurd hedef tên girtin.”   ‘Em ê teslimiyeta îdeolojîk bişkînin’   Senemê destnîşan kir ku dewlet dixwaze Gelê Kurd tune bihesibîne û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Bi komkujî, qirkirinan nikare Gelê Kurd biqedîne û ji ber vê jî êrişê hişê gel dike hewl dide ji rê derxîne û hiş tune bike. Dema vê dike jî herî zêde êrîşê jinan dikin. Li Kurdistanê tiryak, fuhuş li jinan tê ferzkirin. Pergala serdest dixawze jina li gorî xwe biafrîne. Lê em teslimiyeta îdeolojîk a li jinan tê ferzkirin qebûl nakin.”   ‘Kampanya me bû hêvî’   Senemê balkişand ser xeta têkoşînê ya jinan ali dijî pergala serdest ya mêrt û got ev têkoşîn têkoşîna ‘avakirina civakek azad e’. Senemê wiha dirêjî daye: “Di çarçoveya kampanya me ya ‘li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ me xwe gîhand gelek jinên ciwan. Bi atoleyeyên jinan, bi seyranan, bi maçên furbolê û gelek bernameyên din em bi jinan re hatin gel hev. Kampanya me di vî alî de bû hêvî.”   ‘Em banga berxwedanê li jinan dikin’   Senemê dawiya axaftina xwe de bi wesîleya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re banga têkoşînê li jinan kir û wiha dawî lê anî: “25’ê Mijdarê ji bo jinan girînge. Ji ber her sal jin li kolanane. Rojeke ji bo daxwazên jinan bên bilindkirin, gelek girÎnge. 25’ê Mijarê roja serhildanê ye. Ji ber vê em hemû ciwanan, jin û jinên ciwan vexwendiyê berxwedanê dikin.”