ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-17 09:00:00     *"Piştî 1970’ê şûnde li şûna tevgerê pergalê yên klasîk, tevgerên dijberê şer, nîjadperestiyê, nukelerê, tevgerên femînîst û hawirdorparêziyê derketin pêş û bi bandor bûn. Şûna tevgerên çînî, tevgerên çandî, şûna îdealên azadî û wekheviyê polîtîkayên nasnameyan girtiye. Ji ber vê jî naveroka projeyên siyasî û kirdeyên civakî jinûve hatiye nîqaşkirin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP’ê Senem Erîş, diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê de li dijî pergala serdest ya mêr li qadan bin û got: “Em di 25’ê Mijdarê de ciwanan, jinan, jinên ciwan vexwendiyê berxwedanê dikin.” BI DÎMEN    *Berdevka Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkgolu da zanîn ku bi dirûşma ‘Em jê nagerin, em li her derê ne’ 25’ê Mijdarê rêxistin dikin û got li dijî xeyala deshtilatdariyê ya du welatî dê têkoşîna xwe bilind bikin. Halîdeyê got desthilatdarî ji her alî de êrîş dike lê ew jî li dijî vê li berxwe dide. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Birêz Ocalan xwediyê projeya demokratîkbûnê û meseleya kurd e." DÎMEN HEYE   *Nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û siyasetmedaran banga tevlîbûna "Meşa Azadiyê" ya wê di 19'ê Mijdarê de bê lidarxistin, kirin û wiha gotin:"Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan şert e. Divê gel ji Rêberê xwe agahiyê bigire. Ger Rêberê gelê kurd azad bibe wê jin, ciwan û gel jî azad bibin. Ji bo ev bêeadaletî û bêhiqûqî ji holê rabe em bang li gel a ji bo meşa Gemlîkê dikin." DÎMEN HEYE