Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2023-11-16 19:24:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25'ê Mijdarê dewam dikin.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li gelek bajarên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, jin, jiyan, azadî" çalakî hatin lidarxistin.   Minbic    Di vê çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Minbicê semînerek hişyarî û zanabûnê li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê bi beşdariya endamên saziyên sivîl da.   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir semîner bi rê ve bir û behsa şêweyên tundiya li dijî jinan, sedemên dihêlin ev tundî pêk werin û encamên wê yên karesatê li ser jin û civakê kir. Îbtîsam diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wê li herêmên dagirkirî rûyê tundiya li dijî gelên herêmê ye.   Îbtîsam got fikrên Abdullah Ocalan rêya xelasiyê ji zihniyeta civakê kontrol dike û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan nirxandinên kûrî pêşkêş kirin û wan rê li pêş şoreşeke civakî, jin , îdeolojî vekir. Rêbertî got divê mêr bingehên klasîk û paşvemayî derbas bike bikin.”   Li aliyekî din jî Seroka Nivîsgeha Giliyan a Mala Jin Beyan Mistefa bîlançoya salekî ya sûcên tundî û qetilkirina jinan li Minbicê aşkera kir. Beyan got 28 jin hatin kuştin, 23 bûyerên kuştinê, 45 hewldanên xwekuştinê, 37 kuştin, 35 lêdan û îşkence, 43 rewşên şewatê û 34 rewşên zewaca temenbiçûk hene.   Dûre li ser dîroka tundiya li ser jinan, sedem, encam û çareserî sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.   Dêrazor    Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê panelek bi beşdariya nûnerên rêxistinên jin, saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar xist.   Endama rêvebera Meclisa Jinan a Zenûbiya Leyla El Ebdullah şêweyên tundiya li dijî jinan, bandorên wê axivî û çareseriyên li dijî wan pêşkêş kirin. Dûre beşdaran nîqaş kir û got divê tundiya li dijî jinan were têkbirin, ew jî bi rêya têkbirina zihniyeta tundiyê tehrîd dike û yên tundiyê pêk tînin werin cezakirin.   Kobanê   Bi boneya  25'ê Mijdarê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li navçeya Şêranê a girêdayî kantona Kobanê semînerek da.   Semîner li avahiya partiyê bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên saziyên navçeyê hat dayîn. Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso axaftin kir. Nadiya bal kişand ser cureyên tundiya li djiî jinan û diyar kir ku bêdengiya jinan li hember tundiya li dijî wan tê kirin jî şêwazekî tundiyê ye. Semîner bi dirûşmeyên mîna ”Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.