Li Serêkanî û Wêranşarê ji bo ‘Meşa Azadiyê‘ civîna gel 2023-11-16 18:33:13   RIHA - Li Serêkanî û Wêranşara Rihayê ji bo tevlîbûna “Meşa Azadiyê” civîna gel hat lidarxistin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li navçeya Serêkanî û Wêranşara Rihayê ji bo “Meşa Azadiyê” ya ku dê di 18’ê Mijdarê de were lidarxistin, civîna gel pêk anî.    Serêkanî   Li navçeya Serêkaniyê jî li avahiya HEDEP’ê ya navçeyê civîna gel hate lidarxistin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdar bûn. Welatiyên di civînê de axivîn, diyar kirin ku ji bo tecrîd bê rakirin divê zêdetir têbikoşin û anîn ziman ku heke paradigmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” bi hemû aliyan ve were pêkanîn dê tecrîd bê wate be.    Dû re parlamenter Dîlan Kûnt Ayan a axivî jî îşaret kir ku ji bo tecrîd bê bi dawîkirin divê gel tev li pêvajoyê bibe û wiha got: “Rakirina tecrîdê berpirsyariya me hemûyan e. Mifteya rakirina tecrîdê di stûyê me hemûyan de ye. Bidawîkirina tecrîdê girêdayî têkoşîna me ye. Heke bi hezaran tev li vê meşê bibin û berteka xwe nîşan bidin dewlet neçar e ku deriyan veke.”   Wêranşar   Li navçeya Wêranşarê li avahiya navçeya HEDEP'ê civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de beşdar axivîn û der barê meşa Gemlîkê de pirs pirsîn.   Piştre Parlamentera HEDEP'ê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan axivî û diyar kir ku ji bo dawî li tecrîda li Girava Îmraliyê bê divê gel hêza xwe nîşan bide. Ayan bal kişand ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke krîz û kaosê bandor li hemû gelan kiriye û ji bo bi dawî bûna tecrîde û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan girîngiya tevlîbûna meşa Gemlîkê destnîşan kir. Ayan anî ziman ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nabe pirsgirêk jî nayên çareser kirin û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.