6 wargehên koçberan ji xizmetên tenduristiyê bê par mane 2023-11-16 15:50:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Mafên Mirov ragihand, şeş wargehên koçberan ên girêdayî Hewlêrê ku nêzî 32 hezar koçber têde hene, ji xizmetên tendirustiyê bê par hatine hiştin.    Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan ragihand, komîsyona mafê mirov li Hewlêrê serdana wargehên kampên koçberan ên girêdayî Hewlêrê pêk aniye. Di encama lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku şeş wargehên koçberan ên li Hewlêrê bi temamî ji xizmetên tendirusî hatine bê par hiştin.   Hat diyar kirin ku di nava wan şeş kampan de nêzî 32 hezar koçber hene. Di nava wan de gelek nexweşên kronîk hene û pêwîstiya wan bi navendên tendirustî yan jî nexweşxaneyê heye.