Ji bo jinên koçber semînera li dijî şîdetê 2023-11-16 15:38:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên koçber ên li gundê Qebir Şamiyê yê girêdayî navçeya Til Temirê, tevli semînerê bûn li ser tundiyê axivîn û ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe anîn ziman   Kongra Star ji 13'yê Mijdarê ve li gundewarên navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi semîneran kiriye. Îro ji bo jinên koçber ên gundê Qibir Şamiyê yê başûrê navçeyê, semîner hat dayîn. Di semînerê de jinan li ser tundiya pê re rûbirû dimînin û êşa ku dikşînin nîqaş kirin. Her wiha di nîqaşan de bal kişandin ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan û şoreşa herî mezin a ku hatiye lidarxistin.    Têkildarî vê mijarê jinan ji ajansa NuJINHA'yê re axivîn. Zehra El-Hemîd a ku ji gundê Til El-Werid ê girêdayî navçeya Zirganê koçber bûye, wiha nêrîna xwe der barê tundiyê de anî ziman: "Xala sereke û bingehîn divê ku semînerên wiha li ser mijarên tundiyê, şêwe û awayên çareseriya wê ji mêran re jî werin dayin. Divê ku mêr li jinan guhdar bikin, şaşîtiyên ku mêr dikin bi riya fikrên avaker ên jinan rastiya wan û werin destgirtin."   Emîra Mihemed jî da xuyakirin ku tundî didome û wiha axivî: "Dema ku mêr li pêşberî civakê giştî bi gotinan min bişkîne, ev yek ji cureyên tundiyê ye û ev bi xwe nayê qîma min ku tiştekî wiha der heqê min de bibe. Ji lewre divê ku mêr li ser mijara rêzgirtina ji jinê re û girîngiya rola wê ya di civakê de perwerdeyan bibînin, broşûr li wan werin belavkirin û zana bibin."    Cemîla Şêxo jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di mijarên aboriyê de jî tundî çêdibe lê belê tişta ku ew dijîn em jî dijîn û divê ku mêr vê fêm bikin ew e ku em bi hev re dikarin gelek zehmetiyan derbas bikin. Me beşek mezin ji berpirsiyariya malê girtiye ser milên xwe lê dîsa jî ji mêr be ew xwediyê her tiştî ye. Ji lewre ya herî girîng ew e ku em ji hev re bibin stûn."