Şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan 2023-11-16 15:30:09     NAVEND NÛÇEYAN - Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi pêşengiya TEV-DEM'ê li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî lidar xistin.   Bi hezaran kes ji şêniyên Efrîn û Şehbayê, li pêşiya gundê Til Qerah ê Şehbayê li hev kom bûn û bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) meşeke girseyî lidar xistin.   Girseya gel bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji rêberê neteweyî re" û bi wêneyên Abdullah Ocalan heta Kampa Serdemê meşiya. Li kampa Serdemê jî ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre bi navê TEV-DEM'ê Hisên Wilo, bi navê Înîsiyatîfa Gel Şaziye Îbrahîm axivîn.   Qisekeran tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Îro fikir û felsefeya Rêber Apo li cîhanê belav bûye. Lewma weke gel em ê her tim weke xelekek ji agir li dora Rêber Apo bin."