Li Pirsûsê ji bo 'Meşa Azadiyê' civîna gel hat lidarxistin 2023-11-16 14:50:04       RIHA - Ji bo "Meşa Azadiyê" ya ku dê di 18'ê Mijdarê de were lidarxistin, li Pirsûsê civîna gel hat lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Pirsûsê, ji bo meşa di 18’ê Mijdarê ku dê li Gemlîkê were lidarxistin, civîna gel pêk anî. Di civîna bi rêzgirtinê li avahiyê navçeyê hatiye destpêkirin de, bi kurdî û tirkî pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin.    Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîh Mevalî di civînê de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adîle Fîdan jî ev tişt anî ziman: “Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin denge kurdan û Kurdistanê qut bikin. Ji ber tekane fikra ji gelên Rojhilata Navîn re azadiyê bîne fikra birêz Ocalan e. Bêdengiya civaka navneteweyî ji ber vê yekê ye. Vê yekê dizanin ji ber wê, tecrîdê didin meşandin. Ji ber vê yekê divê taybetî jî jin, xwedî li Meşa Gemlîkê derbikevin.”