Pervîn Buldan ji Rakel Dînk re got: Em li gel te ne 2023-11-16 13:40:37       ENQERE - Wekîla HEDEP'ê ya Wanê Pervîn Buldan telefonî Rakel Dînk kir û got ku li dijî serbestberdana Ogûn Samast ê kujerê Hrant Dînk bi wê re ne. Pervînê got, "Em tu carî vê biryarê qebûl nakin û napejirînin"   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Wanê Pervîn Buldan, piştî ku kujerê Hrant Dînk Ogûn Samast serbest hat berdan, telefonî Rakel Dînk kir. Pervîna ku wê jî hevjînê xwe di kuşitinek kiryar nediyar de winda kir, anî ziman ku partiya wan her tim li cem malbata Hrant Dînk û mexdûran e.   Pervînê wiha berdewam kir: “Em tu carî vê bêhiqûqî û biryara ku cesaretê dide kujeran qebûl nakin. “Ev biryar ne tenê we û malbata we, me hemûyan êşand û êş li êşa me zêde kir.   'Ez xemgîn im'   Rakel Dînk êşa xwe parve kir û got, “Ez gelek spasdar im. Êşa me hevpar e. Te jî heman êş dît. Ji ber vê yekê em herî baş ji hev fêm dikin. Ez xemgînim. Rakelê wiha dewam kir: "Tu gumana min tune ye ku tu ne bi min re yî, ez vê yekê hîs dikim."