Jinên KESK'î bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkere kirin 2023-11-16 13:39:16       ENQERE - Meclisa Jinan a KESK'ê bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştiyê, jiyana xwe û mafên xwe diparêzin" bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî -aşkere kir.   Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bernameya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser ku wê bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê em aştiyê, jiyan û mafên xwe diparêzin" li avahiya sendîkaya xwe bi daxuyaniyekê aşkere kir . Daxuyanî ji aliyê Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gewher ve hat xwendin.   Di sala 2022’an de 334 jin hatin qetilkirin   Done, da zanîn ku desthilatdariya rastgir a muhafazakar a li cîhanê û li Tirkiyeyê bi polîtîkayên şer û tundiyê êrîşên xwe yên li ser nasname û keda jinê didomîne û diyar kir ku ji her demê bêhtir bi zextan hewl tê dayîn têkoşîna jinan bê bêdengkirin. Done wiha berdewamkir, “Em li mal, li kar, li dibistanê, li kolanan, li ser medyaya civakî û li ser platformên dîjîtal rastî tundiya mêran tên. Daneyên li ser tundiya mêr ji hêla hukûmetan ve nayên eşkerekirin. Hewl tê dayîn bûyerên şîdetê bên veşartin. Di sala 2022’an de di encama tundiya mêran de 334 jin hatin qetilkirin. Dema em tenê li daneyên sala 2022’an dinêrin jî, em dibînin ku hejmara jinên bûne hedefa tundiyê zêde bûye. Raporên rêxistinên LGBTI+ nîşan didin ku gotinên nefretê roj bi roj zêde dibin. “Lê belê hikûmeta AKP-MHP’ê li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, yên nû li polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinê zêde dikin.   'Bedena jinan ji bo polîtîkayên şer tê bikaranîn'   Di berdewamiya axaftina xwe de Done bal kişand ser wê yekê ku wê îsal jî weke her 25'ê Mijdarê, bi silavkirina hevgirtina jinên berxwedan û têkoşîna xwişkên Mîrabal ên ku di salên 1960'î de bû sedema rûxandina dîktatoriya Trujillo, derkevin qadan. Döne wiha dirêjî da axaftina "Em weke jinên kedkarên cemaweriyê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê ya li her qadê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê cuda nabînin. Em bi hefteyan bûn şahidê êrîşên tund ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê. Em bi xemgînî dibînin ku piraniya kesên di şer de hatine kuştin jin û zarok in. Li Xezayê sûcên şer û qirkirinê tên kirin. Weke her car dewletên durû li her derê cîhanê, ji Filistînê heta Rojava, bedena jinê weke amûra polîtîkayên şer bi kar tînin û guh nadin jiyana wan. Mixabin li erdnîgariya ku em lê dijîn tenê hinek jiyan pîroz têne dîtin.”   'Em mehkûmê van polîtîkayan nînin'   Döne da zanîn ku hewldana desthilatdariya mêr a AKP-MHP'ê ya ji bo avakirina hegemonyayeke çandî ya li ser bingeha senteza Tirk-Îslamê, ku bi tundkirina kontrola xwe ya li ser keda jinê hewl dide bijî, bi polîtîkayên zayendperest ên ku zerarê nade pîroziya malbatê, dewam dike û ev tişt got: “Her ku diçe zêdekirina mîlîtarîzm û şer dibe sedem ku  şîdeta li ser jinê pir girantir bibe. Di dema şeran de gelek jin û zarok ji malên xwe koçber dibin û dibin hedefa tundiyê. "   Daxuyanî bi aşkerekirina bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dawî bû.