Wê rûniştina bersûcê Leyla û zarokên xwe qetil kir sibehê bê lidarxistin 2023-11-16 10:42:10     ŞIRNEX - Danişîna doza Hasan Karaslan ê jina pê re zewicî,  Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir dê sibehê bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, bang li hemû jinan kir ku beşdarî danişînê bibin.   Di 24’ê tebaxa 2022’yan de li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Hasan Karaaslan jina pê re zewicî Leyla Karaaslan (40) û keçên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) dema ku di xew de bûn qetil kirin. Hasan Karaaslan pişt re bi îdiaya "Bi qestî hevjîn û zarokên xwe kuştine" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Der barê Hasan de bi îdiaya "Bi zanebûn hevjîn û zarokên xwe kuştine" îdianame hat amadekirin. Bi salan tundiya sîstematîk li Leyla Karaslan hat kirin. Danişîna doza ku Hasan lê bê darizandin dê sibehê (di 17’ê Mijdarê de) li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin.   Banga ji bo xwedîderketina li dozê   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, bang kir ku jin tev li dozê bibin û wiha got: “Ji bo doza Leyla Karaaslan û keçên wê yên di encama politîkayên taybet de hatin qetilkirin banga me li hemû rêxistin, sazî û nûnerên jinan heye ku di 17'ê Mijdarê de em hemû beşdarî dozê bibin. Ji bo ku dozeke bi adilane pêk bê, divê ku em li wir cihê xwe bigirin. Ji ber ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî ye, em bibin dengê edaletê yê jinan.”