Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê: Em tecrîdê bi hev re bişkînin 2023-11-16 09:06:17       Marta Somek   STENBOL - Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz gotli dijî hemû êrîşan bi îdiane û wiha got: “Alternatîfek bê  HEDEP’ê nayê fikirîn. Em ê demokrasiyê bikin jiyanê. Em hemû kesî vexwendiyê meşa Gemlîkê ya Stenbolê ya 19’ê Mijdarê de wê pêk bê, dikin. Em wê rojê bi hev re tecrîdê bişkînin.”   Hevseroka HEDEP’a nû ya Stenbolê Gonca Yangoz berxwedan û xeta nû ya têkoşînê ji JINNEWS’ê re nirxand. Goncayê da zanîn ku hevserokatî berpirsiyariyek giran be jî di xebat û  têkoşîna wan de cudahî çênabe.    Ji malbata rêxistinkirî têkoşînek bê navber…   Goncayê da zanîn ku li ku derê hewcedarî hebe li wir dixebitin û got: “Carna hevserokatî, carna Meclîsa Partiyê û carna jî Lijneyên Rêveberiya Navendî. Em xwe ji bo van deran amade dikin û têdikoşin. Ez di malbatek rêxistinkirî de mezin bûm. Vê jiyana min bi teşe kir. Min di salên dibistana amdehiyê de dest bi têkoşînê kir û tu carî jê qut nebûm. Bi avabûna Kongreya Demokratîk a Gelan û fikriyatê re di HDK’ê de xebitîm. Piştre jî PM'a HDP'ê, hevserokatiya navçeyê û piştre jî li vir.”   Li Stenbolê bi îdia ne   Goncayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HEDEP wê ji bo hilbijartinên herêmî li Stenbolê xebatek xurt bimeşîne û wiha vegot: “Li navend û herêmê wê rêxistin bên kirin. Wê gotina herêmê baldar bê girtin û li gorî hewcedariyan namzet bê nîşandan. Sedema êrîşên AKP-MHP’ê ev e ku em herêmê baş dizanin û nas bikin, riyên çareseriyê datînin holê. Li dijî van êrîşan em li Stenbolê bi îdia ne. Alternatîfek bê HEDEP’ê nayê fikirîn. Em vî bajarî, hemû aliyan diparêzin. Em tenê rêveberiyek nav çar dîwaran de nînin.”   Wê çareserî pêk bê   Goncayê bi lêv kir ku wê bi gel re biryarên çareseriya pirsgirêkan û hewcedariyan bidin û bi lêv kir ku wê rêxistinbûnê mezin bikin xebatan bimeşînin. Goncayê wiha bi lêv kir: “ Ji bo çareseriya pirsgirêka kedkaran, karkeran, xizanan em ê nîqaşan bikin, ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan. Em guhdar bikin û ji cih û herêmî ve demokrasiyê bikin jiyanê.”   Ji bo meşa Gemlîkê bang: Em tecrîdê bişkînin   Goncayê daxuyakirin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê xebat û têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî lê anî: “Şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daxwaza gelê Kurd e. Lê divê ev daxwaza hemû demokrat û şoreşgeran be. Ji ber vê ji bo tecrîd, aştî û azadiyê divê tecrîd bê şikandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di 18’ê Mijdarê de ji Amed û 6 baskî wê meşa Gemlîkê dest pê bike. Di 19’ê mehê de jî  ji Stnebolê didome. Em hemû kesî vedixwînin meşa Gemlîkê. Di 19’ê Mijdarê de saet di 14.00’an de bila her kes tevli meşa Azadiyê bibe. Em wê rojê bi hev re tecrîdê bişkînin.”