'Mêr hezkirina jinê nebaş bi kar tîne' 2023-11-16 09:02:59       Nazlican Nûjîn Yildiz   ÎZMÎR - Psîkologa Klînîk Alev Dumanoglu der barê tundiya psikolojik a ku mêr li jinê dike axivî û diyar kir bandora rolên zayenda civakî di mijara ku nehaydarbûna ji tundiya psikolojîk de gelek bi bandor e.   Têkoşîna jinan a li dijî cureyên tundiyê didome. Ligel tundiya fîzîkî, aborî, dewlet û civakê tundiya psikolojik jî pir zêde bûye. Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî demek kurt ma û der barê tundiya psikolojik de Psîkologa Kîlînîk Alev Dumanoglu ji JINNEWS’ê re axivî.   'Mêr vê hezkirina jinê nebaş bi kar tîne'   Alevê beşa cureyên tundiya psikolojîk ên mêr li jinan dikin de axivî û da zanîn ku di perwerdehiyên malbatî de teşeyên tundiya psikolojik a mezinan a li ser zarokan û teşeyê tundiya psikolojik a mêran a li ser jinan dişibin hev û got: “Yek bikaranîna hêza bedenî ye. Em wek ‘tundî, bikaranîna hêzê’ îfade dikin lê di nav gel de lêdan e. Ya din jî bikaranîna hêza hestiyariyê ye. Jin bi giştî dixwazin bên hezkirin, hez bikin û azad bibin. Mêr vê hezkirina jinê nebaş bi kar tîne û wek astengî, zext, zayend û aboriyê bi kar tîne. Hêza bikaranîna aboriyê heye.  Ger jin nexebitin, ji ser pere, li ser jiyana wan zext û astengî tên kirin. Bi awayekî zayendî be bi taybet zewac hebe, bixwe re maf dibînin. Em dikarin van bêjin.”   ‘Jin ji roja tên dinê di bin serdestiyê de ne’   Alevê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên li taxan dimeşînin û wiha dirêjî dayê: “Di xebatên li taxan tên meşandin de em vê dibînin; Jin ji roja tên dinê ji bav, dewlet, her cureyê serdestiya mêr vê pêkanînê dibîne û ji ber vê jî ‘jintî ev e, jin vê jiyanê dijîn’qebûl dike. Jin êdî bawer dikin ku tercîheke wan a têkiliya zayendî tune ye. Di esasê de dizanin lê ji ber rolên hatine ferzkirin wisa dibînin.    Qelsiya saziyên cemawerî   Alevê destnîşan kir ku mirov zextên li ser xwe ferq dikin, lê ev tenê têr nake û wiha dirêjî dayê: “Em bêjin jinek tundiyê dibîne û diçe stargehê. Li stargehan du meh, 6 mehan dimînin. Piştre bêyî piştgiriya aborî derdixin derve. Hele ku zarok hebin wê çawa li ser piyan bisekinin. Ez bi giştî nêzîkatiya jinan wek qebûlkirinê dibînim. Bêdeng dimînin û îdare dikin. Tişta ez dibînim ev e. Der barê tundiya psikolojik de xwedî hişmendîbûn tenê têr nake. Ya esas divê nêzîkatî bê guhertin.”   'Cezakirina gumanbaran tenê têr nake'   Alevê bal kişand ser girîngiya pêşxistina saziyên xizmeta cemawerî û wiha dawî lê anî: “Ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş e divê piştgiriya kreşan, piştgiriya parêzer, psîkolog bê dayîn. Divê ev xizmetên wisa zêdetir bibin. 25’ê Mijdarê nêz bûye. Ev roj ji bo tevgera femînîst roja girîng e. Di sedsala em tê de ne ez bi rastî tundiya ewqas, fêm nakim. Li gorî min ev girêdayê têkiliyên hêzan e. Cezakirina gumanbaran tenê têr nake. Divê li ser vê mijarê xebatên hişmendîkirina civakê û perwerde bên dayîn.”