ROJAVE 16'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-16 09:00:00     * Jinên Agiriyê banga tevlîbûna “Meşa azadiyê” ya ku dê di 18’ê Mijdarê de pêk bê kirin û gotin: “Jiyanek azad û aştiyane bi azadiya Serok pêkan e.” BI DÎMEN    * Xebatkara Navenda Çanda Bahar Çîçek Çelîk diyar kir ku li Kurdistanê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê alternatîf bên avakirin û wiha anî ziman: “Ji bo jiyankirina çand û zimanê xwe divê em li her qadê xebatan bimeşînin.” BI DÎMEN    *Dayika Leyla Gulcu ya ku 4 meh e nikare cenazeyê keça xwe bigire, Ayten Gulcu da zanîn ku ew hevalek pir baş bû ew nikare bê vegotin û wiha got: “Madeyên kîmyewî bi kar tînin. Naxwazin ev derkeve holê. Ji ber vê cenazeyan nadin. Hemû sazî cîhan bêdenge. Çima?” DÎMEN HEYE   *Psîkologa Klînîk Alev Dumanoglu der barê tundiya psikolojik a ku mêr li jinê dike axivî û diyar kir bandora rolên zayenda civakî di mijara ku nehaydarbûna ji tundiya psikolojîk de gelek bi bandor e. BI DÎMEN    *Hevseroka HEDEP'ê ya Stenbolê Gonca Yangoz gotli dijî hemû êrîşan bi îdiane û wiha got: “Alternatîfek bê  HEDEP’ê nayê fikirîn. Em ê demokrasiyê bikin jiyanê. Em hemû kesî vexwendiyê meşa Gemlîkê ya Stenbolê ya 19’ê Mijdarê de wê pêk bê, dikin. Em wê rojê bi hev re tecrîdê bişkînin.” BI DÎMEN