Li Rojava xebatên 25’ê Mijdarê didomin 2023-11-15 21:45:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalaki berfireh dibin. Îro rêzesemîner û civîn di çarçoveya 25’ê Mijdarê de pêk hatin.   Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan rêzesemîner û civînên têkildarî danasîna tundiya li ser jinan, şêweyên wê û çawaniya têkoşîna li dijî wan li Qamişlo, Şedad, Şehba û Helebê hatin lidarxistin.   Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê li hola avahiya odeyên sîna ya Qamişloyê semînerek li dar xist û li hola wêneyên şehîdên şoreşa jinan û wêneyên Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê Tîbe Îsmaîl semîner bi rê ve bir.   Tîbe di semînerê de bal kişand ser rola jiyanê di civaka xwezayî û rola jinan di afirandina atmosfereke li ser jiyana hevbeş û wekheviyê di nava tevahî ferdên civakê de û destnîşan kir ku ev rewş piştî zihniyeta baviksalarî li ser civakan û jinan kontrol bû hate guhartin û mafên hatin standin û qanûnên hişk li dijî jinan û pêkanîna tundiyê li dijî wan hatin ferzkirin.   Tîbe anî ziman ku jin bi xwe hin caran dibe sedema pêkanîna tundiyê li dijî xwe, ew jî bi rêya bêdengiya li hember tundiya li dijî wê pêk tê. Tîbe diyar kir ku ji bo rizgariya ji zihniyeta heyî ku tevahî cureyên tundiyê li dijî jinan pêk tên, divê bawerî bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan hebe ku bi fikr û perspektîfên rê li pêş şoreşa civakî û şoreşa jinan vekir û bingehên derbaskirina zihniyeta baviksalarî aşkera kirin û got rizgarkirin ji xwerizgarkirina bandorên fikrên paşketî dest pê dike.