Gumanbarê ku Ayan qetil kir hat binçavkirin 2023-11-15 17:48:57   STENBOL - Li Fatîh a Stenbolê mêrê bi navê Ahmet Y.M, jina bi navê Ayan Mohomed Dhoba ku pê re zewicandibû bi îşkenceyê qetil kir. Gumanbar Ahmet Y.M hat binçavkirin.    Li navçeya Fatîh a Stenbolê li taxa Mevlanakapi li otelekê jina bi navê Ayan Mohomed Dhoba bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolînan li bedena Ayanê şopa îşkencê hat dîtin.   Piştî lêpirsîna hat destpêkirin hat tespîtkirin ku Ayan bi  mêrê pê re zewicandî yê bi navê Ahmet Y.M ve di 11’ê Mijdarê de ketiye Tirkiyeyê. Di dîmenan de tê dîtin ku Ahmet Y.M tenê ji otelê veqetiyaye.  Polîsan Ahmet Y.M binçav kir û di îfadeya xwe de got Ayan qetil kiriye. Piştî îfadeyê gumanbar sewqê Edliyeyê hat kirin.