Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome 2023-11-15 16:14:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 6'an a çalakiya konvedanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bal li ser berdewamkirina komploya navneteweyî, tecrîda giran û sûcên li Îmraliyê hat kişandin.   Çalakiya konvedanê ya li Hesekê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” tê lidarxistin, di roja 6'an de dewam dike.   Îro jî şêniyên navçeya Til Birakê û niştecihên Kampa Serêkaniyê tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de, endamê Meclisa Navçeya Til Birakê Lazgîn Mihemed axivî. Mihemed got: “Rêber Abdullah Ocalan têkoşiya û li ber xwe da, bi çanda pêkhateyan û dîroka wan bawer kir. Ji ber ku gelên herêmê bi fikrên wî bawer in, hêzên komploger di şexsê wî de wan gelan tecrîd dike.”   Lazgîn soz da ku heta serkeftinê ew ê dest ji axa xwe bernedin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê têkoşînê mezin bikin.   Hevserokê Kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed jî bal kişand ser berdewamkirina komploya navneteweyî û ev tişt gotin: “Komploya Navneteweyî hîna li dijî projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bi rêbazên cuda berdewam dike. Girankirina tecrîdê ji bo şikandina vîna gel, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rêbazên berdewamkirina komployê ne.”   Lazgîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, zêdetirî 31 meh in ne malbat ne jî parêzer nikarin wî bibînin. Ev bi tena serê xwe sûc e.”   Lazgîn bang li aliyên navneteweyî, hiqûqî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.   Çaverê ye ku çalakiya konvedanê sibê (17 Mijdar) bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.